Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Jinan a Hîlalê ya Qamişloyê tevî astengên darayî jî xwe ji bo Şampiyonaya Asyaya Rojava amade dike.
Tîma Jinan a Hîlalê ya Qamişloyê sezona borî di Lîga Jina a Sûriyeyê de bûbû şampiyon.
Rahênerê tîmê Kaptan Reşo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber pirsgirêkên madî, amadekariyên wan ên ji bo Şampiyonaya Asyaya Rojava ku dê li Urdinê bê lidarxistin, hinekî dereng mane.
Reşo her wiha wî tekez kir ku tevî hemû astengan jî ew dê beşdarî şampiyoniyê bibin.
Bernameya lîstikên tîmê
Kaptan Reşo da zanîn ku 5 tîm beşdarî vê şampiyoniyê dibin.
Reşo li ser bernameya tîma xwe ev zanyarî dan:
"Şampiyonî 28ê vê mehê dest pê dike. Ji ber vê yekê divê em 26ê mehê li Urdinê bin.
Lîstika yekem a tîma Hîlalê dê 28ê mehê li hemberî tîma Al-Nassrê ya Erebistana Siûdî be.
Lîstika me ya duyem jî dê li gel tîma Nefta Şîmal a Îraqê be."
Rahênerê tîmê Reşo da zanîn ku rahênanên wan niha li bajarê Qamişloyê didomin.
Reşo daxuyand ku 13ê vê mehê ew ê li Şamê dest bi kampa xwe ya amadehiyê bikin û ji wir jî berê xwe bidin Urdinê.
Hewldanên ji bo derbaskirina krîza madî
Kaptan Reşo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser krîza madî.
Wî destnîşan kir ku niha xebat û hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî didomin da ku bikaribin van astengan derbas bikin.
Cezayê li ser lîstikvanên keç ên Kurd hat rakirin
Tîma Jinan a Hîlalê ya ku di Lîga Jinan a Sûriyeyê de bûbû şampiyon ji ber ku lîstikvanên keç ên Kurd ji ber xwenîşandanên kesûkarên xwe yên li Qamişloyê red kiribû ku ahengan li dar bixin ji aliyê birêvebiriya tîma xwe ve hatibûn cezakirin.
Birêvebiriya tîmê her wiha biryar dabû ku lîstikvanên Kurd nexe kadroya tîmê ya Şampiyonaya Asyaya Rojava.
Rahênerê tîmê Reşo li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand ku "ew ceza hatiye rakirin û hemû lîstikvanên keç dê beşdarî tûrnûvayê bibin."




