Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya xebatên transferê de lîstikvanê parastinê yê ciwan Amadou Cisse tevlî kadroya xwe kir.
Cisse berî niha di tîma Strasbourgê ya Fransayê de dilîst.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Xê yê kulûbê hat belavkirin de hat eşkerekirin ku bi lîstikvanê 20 salî re ji bo 3 salan peyman hatiye îmzekirin.
Ji bo Cisseyê ku dikare di pozîsyona parastina rastê û wekî stoper jî bilîze, li tesîsên klubê merasîmeke îmzeyê hat li darxistin.
Daxuyaniya fermî ya Amedsporê
Amedsporê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Kluba me, di çarçoveya xebatên transferê yên sezona 2026-2027an de, bi lîstikvanê parastinê yê 20 salî Amadou Cisse re ku formayê tîma Strasbourgê li xwe dikir, peymaneke 3 salî îmze kir.
Amadou Cisseyê ku di pozîsyona parastina rastê û her wiha wekî stoper jî dilîze, di merasîma îmzekirinê de peymana ku wî ji bo 3 salan bi Amedspora me ve girê dide îmze kir.
Em xêrhatina Amadou Cisse dikin û dibêjin 'tu bi xêr hatî malbata Amedsporê', û di bin formayê me ya kesk û sor de serkeftinê jê re dixwazin."
Lîstikvanê parastinê yê ciwan berî sezona ewil a Amedsporê ya li Lîga Super, bû yek ji wan navên girîng ku tevlî kadroya tîmê bûne.
Bi muzîka Kurdî hat eşkerekirin
Li hêla din, di vîdeoya ku ji bo transfera nû li ser hesabê Xê hatiye amadekirin de cih dan muzîka Kurdî.
Di parvekirinê de nota "Tu bi xêr hatî Amadou Cisse" hat nivîsandin.
Di vîdeoyê de strana "Keynê" ya Hunergeha Welat a ku bi dengê nivîskar û helbestvan Selîmê Temo ye hat bikaranîn.



