Hewlêr (Rûdaw) - Fîkstura sezona 2026-2027an a Lîga Super a Tirkiyeyê diyar bû.
Tîma Amedê Amedspor ku dê di dîroka xwe de cara ewil di Lîga Super de bilîze, maça xwe ya ewil li stadyuma xwe dilîze.
Amedsporê ti carî di Lîga Super de neleyistiye û tîma kesk û sor îsal gihîşt armanca xwe ya mezin.
Piştî diyarkirina fîksturê, kelecana alîgirên Amedsporê ya li seranserê cîhanê didome.
Amedspor dê maratona Lîga Super li stadyuma xwe dest pê bike.
Di maça vekirinê ya sezonê de tîma kesk û sor dê li Amedê mazûvaniya Erzurumsporê bike.
Maça mezin a ewil a li malê ya Amedsporê dê li dijî Beşîktaşê be. Ev maça krîtîk dê di hefteya 6an de li stadyuma Amedê ya nû bê lîstin.
Galatasaray û Fenerbahçe di hefteyên 28 û 34an de tên Amedê
Amedspor dê di nîvê duyem a lîgê de, di hefteya 28an de li stadyuma xwe mazûvaniya Galatasarayê bike.
Di hefteya 34an a dawiya lîgê de jî, Fenerbahçe dê bibe mêhvana Amedsporê û her du tîm dê li Amedê bên pêşberî hev.
Kişandina pişkê ya Lîga Super a Trendyolê ya ji bo sezona 2026-2027an îro saet 14:00an li herêma Rivayê ya Stenbolê, li Salona Konferansê ya Orhan Saka ya Tesisên Hasan Doğan bi rê ve çû.
Berî kişandina kurayê, di nav birêvebir û serokên tîman de kelecaneke mezin hebû.
Amedspor di tûrikê 5an de bû
Di kişandina pişkê de Amedspor di tûrikê 5an de cih girt.
Di kişandina jimaran de Amedspor û Çaykur Rizespor bi hev re ketin lîsteyê.
Di dema bernameyê de ji bo danasîna Amedsporê vîdeoyek hat nîşandan.
Li ser navê Amedsporê Berpirsê Beşa Futbolê Mustafa Altin beşdarî pişkê bû. Di encamê de ji bo Amedsporê jimara 16an derket.
Destpêk û dawiya sezonê
Di lîgê de 18 tîm dê 34 hefteyan têbikoşin. Sezona nû dê di 14, 15, 16 û 17ê Tebaxê de bi maçên ewil dest pê bike.
Nîvê ewil a sezonê dê di 18, 19, 20 û 21ê Kanûna Pêşîn de bi maçên hefteya 17an bi dawî bibe.
Nîvê duyem jî dê di 15, 16, 17 û 18ê Kanûna Paşîna 2027an de bi maçên hefteya 18an dest pê bike. Sezon dê di 23yê Gulana 2027an de bi dawî bibe.
Rêzikên nû yên fîksturê
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji bo plansaziya fîkstura vê sezonê hinek rêzikên nû û girîng amade kirine.
Rêzikên nû yên ku dê werin sepandin ev in:
Di du hefteyên ewil û sê hefteyên dawî de, ti tîm li dû hev du maçan li malê yan jî li deplasmanê nalîze.
Fîkstura nîvê ewil, di nîvê duyem de bi heman rêzê lê bi awayekî berovajî dê were lîstin.
Ji bo parastina hevsengiyê, di heman hefteyê de tenê destûr tê dayîn ku ji tîmên Beşiktaş, Galatasaray û Fenerbahçeyê du tîm li malê bilîzin.
Di heman hefteyê de li Stenbolê herî zêde destûr ji bo lîstina maça çar tîman a li malê tê dayîn.



