Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Spanyayê di çaryeka fînalê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de bi encama 2-1ê zora Belçîkayê bir û bilêta nîvfînalê stand.
Maç li Stadyuma Los Angelesê ya Amerîkayê hat lîstin.
Di maça duyem a çaryeka fînalê de, "Matadoran" serdestiya xwe li ser Belçîkayê sepand û derbasî nava çar tîmên dawî bûn.
Spanya dê di nîvfînalê de bi Fransayê re bilîze ku Fransayê jî doh Mexrib têk biribû û derbasbûna xwe misoger kiribû.
Di xuleka 30yî de, lîstikvanê Spanyayê Fabian Ruiz goga ku ji qelevan Thibaut Courtois vegeriya şand nava toran û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Beriya bidawîhatina nîvê yekem Belçîka vegeriya nava lîstikê.
Di xuleka 41ê de De Ketelaere bi lêdaneke serî ya xweşik encam kir 1-1 û nîvê yekem bi vê encamê qediya.
Courtois seqet bû, Merino dîsa bi hawara wan ve çû
Di nîvê duyem de derbeke giran li Belçîkayê ket.
Qelevan Thibaut Courtois seqet bû û xuleka 71ê neçar ma ji qadê derkeve, Senne Lammens ket şûna wî.
Di demekê de ku her kes li benda dema zêdekirî bû, Mikel Merino careke din derket ser dikê.
Merinoyê ku di qonaxa borî de jî gola serkeftinê ya li hemberî Portugalê avêtibû, xuleka 88an gola duyem a Spanyayê avêt û tîma xwe bir nîvfînalê.
Bi vê serkeftinê, tîma Spanyayê ji Kupaya Cîhanê ya 2010an ve piştî 16 salan cara yekem derbasî nîvfînalê bû.
Spanya û Fransa dê 14ê mehê di maça nîvfînalê de werin pêşberî hev.




