Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor dê li gel tîmên Başûrê Kurdistanê Zaxo û Dihokê maçên amadehiyê bike.
Her ku sezona nû ya lîgê nêzîk dibe, kelecana alîgirên Amedsporê zêdetir dibe.
Vê carê mizgîniyeke werzişî ji bo her du aliyên sînor heye û Amedspor dê li gel tîmên Başûrê Kurdistanê Zaxo û Dihokê maçên amadehiyê bike.
Serokê Tîma Dihokê Ebdulah Celal çû Amedê û bi Serokê Amedsporê Nahît Eren re civiya.
Di civînê de li ser bipêşxistina pêwendiyên werzişî û lîstina maçên amadehiyê hat axaftin.
"Amedspor serbilindiya me ye"
Serokê Tîma Dihokê Ebdulah Celal di vê serdanê de kêfxweşiya xwe anî zimên û bal kişand ser girîngiya Amedsporê.
Ebdulah Celal ji hevkarê me Maşallah Dekak re wiha axivî:
"Amedspor serbilindiya me hemûyan e. Em piştgiriyê didin Amedsporê û em dixwazin di navbera tîmên me de her tim hevahengî û hevkariyên bi vî rengî hebin."
"Em dê sozên xwe bînin cih"
Serokê Amedsporê Nahît Eren jî destnîşan kir ku ev maç ji bo wan gelekî girîng in û wekî maçên "taybet" pênase kirin.
Nahît Eren bi bîr xist ku wan berê ji bo vê yekê hewl dabûn û got:
"Ev maçên taybet in. Em dê sozên xwe bînin cih û li gel birayên xwe yên Başûr werin pêşberî hev."
Her du aliyan ragihand ku dan û standinên wan ji bo diyarkirina hûrgiliyên maçan didomin.
Tê çaverêkirin ku ev pêşbirk bibe sedema nêzîkbûna alîgirên her du tîman û kelecaneke mezin li qadên futbolê ava bike.
Li gorî agahiyên ku serokên her du tîman dane Rûdawê, maça Amedspor û Dihokê dê 30ê Tîrmehê li Burdurê bê lîstin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Amedspor û Zaxo jî dê 31ê Tîrmehê li Burdurê werin pêşberî hev.
Nahît Eren destnîşan kir ku her du maç di nava du rojan de tên lîstin lê ji ber ku ev lîstikên amadehiyê ne û kadroyên tîman berfireh in ev yek nabe pirsgirêk.
Nahît Eren bi bîr xist ku wan îsal heta vêga 8 transfer kirine û ew dê “Sozên xwe bînin cih” û xebatên xwe bidomînin.



