Hewlêr (Rûdaw) - Îngilistan di maça nîvfînalê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de li hemberî Arjantînê dilîze.
Ev maça dijwar îşev demjimêr 22:00yan (bi dema Hewlêrê) dest pê dike.
Îngilistana di bin birêvebiriya Thomas Tuchel de û Arjantîna ku Lionel Scaloni rahêneriya wê dike, tên pêşberî hev.
Maç dê li Stadyuma Mercedes-Benzê were lîstin. Hakemê Amerîkayî Ismail Elfath dê di vê maça girîng de li pîpîkê bixe.
Şampiyonê dawî û hesreta Îngilistanê
Li aliyekî Arjantîna ku şampiyona dawî ya cîhanê ye, li aliyê din jî Îngilistana ku ji sala 1966an ve hesreta kupayê dikşîne heye.
Ev maç ji bo her du welatan jî ji 90 xulekan zêdetir e. Di rîkaberiya Arjantîn û Îngilistanê de futbol; bi dîrok, siyaset û hesabên kevn re hatiye hûnandin.
Her du welat piştî 24 salan cara yekem di maçeke fermî de tên pêşberî hev û vê carê dika wan nîvfînala Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an e.
Bîranîna Maradona û "Destê Xwedê"
Sala 1986an di maça çaryeka fînalê ya li Stadyuma Aztecayê de Diego Maradona di rola sereke de bû.
Stêrka Arjantînê pêşî bi gola ku bi destê xwe avêt û wekî "Destê Xwedê" ket dîrokê, bû rojev.
Çend xulekan bi şûn de jî Maradona bi tena serê xwe parastina Îngilistanê derbas kir û yek ji golên herî îkonîk ên Kupaya Cîhanê kir.
Ev gol di dîrokê de wekî "Gola Sedsalê" hat nivîsandin. Arjantînê ew maç 2-1 standibû.
Îngilistan îro hem dixwaze heyfa “Destê Xwedê” hilîne û hem jî dixwaze dawiyê li hesreta xwe bîne.
Lê Arjantîn jî dixwaze careke din bibe şampiyon vê kupayê vareke din bide nav destên Lionel Messi.
Kîjan tîm bi ser bikeve dê di maça fînalê de 19ê Tîrmehê (yekşem) bi Spanyayê re bilîze.


.jpg&w=3840&q=75)

