Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê beriya destpêka sezona nû, lîstikvana Tîma Neteweyî ya Bosna Hersekê Vina Crnoja transfer kir.
Vina Crnojayê herî dawî formeya Red Bull Salzburgê li xwe dikir.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ji bo sezona 2026-2027an lez da xebatên xwe yên transferê.
Tîma kesk û sor ragihand ku wan lîstikvana Tîma Neteweyî ya Bosna Hersekê Vina Crnoja xistiye nava kadroya xwe ku wê herî dawî li tîma Red Bull Salzburga Awistiryayê dilîst.
Bi tecrubeya xwe ya navneteweyî balê dikişîne
Di daxuyaniya kulûbê de hat diyarkirin ku ew bawer dikin Vina Crnoja dê bi ezmûna xwe ya navneteweyî, karaktera xwe ya têkoşer û feraseta xwe ya lîstikê ya bi kalîte, tevkariyeke girîng bide tîmê.
“Bi xêr hatî Vina!”
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ev transfer bi van gotinan ragihand:
“Lîstikvana Tîma Neteweyî ya Bosna Hersekê Vina Crnojaya ku herî dawî formeya Red Bull Salzburgê li xwe dikir, êdî li Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ye!
Em bawer in ku ew dê bi ezmûna xwe ya navneteweyî, karaktera xwe ya têkoşer û feraseta xwe ya lîstikê ya bi kalîte, tevkariyeke mezin bide tîma me.
Bi xêr hatî nava malbata me ya Amedsporê, Vina.
Di sezona nû de em rêwîtiyeke tijî serkeftin ji te re dixwazin.”




