Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amedsporê Nahit Eren li Burdurê ji hevkarê me Saman Welatjêrî behsa rewşa tîmê û rojeva trafnferan kir.
Amedspora ku derket Lîga Super a Trendyolê û serkeftineke dîrokî bi dest xist, amadehiyên xwe yên di kampa Burdurê de didomîne.
Di maça dostaniyê ya li kampê de, tîma kesk û sor bi tîmeke Herêma Kurdistanê Dihok SCyê re hat pêşberî hev.
Serokê Amedsporê Nahit Eren hem qad û hem jî rojeva transferan ji Rûdawê re nirxandin.
"Me soza xwe ya ji bo gelê Dihok û Zaxoyê bi cih anî"
Nahit Eren kêfxweşiya xwe ya li ser atmosfêra maça dostaniyê ya bi Dihok SCyê re anî zimên û got:
"Spas dikim, hûn li ser seran û li ser çavan hatin. Em jî hatin vê maçê temaşe bikin. Atmosfêreke gelekî germ û xweş heye.
Me berê soz dabû gelê Dihok û Zaxoyê ku em dê bên vê derê û maçên dostaniyê bikin. Em îro gelekî dilxweş in ku me ev soz bi cih anî. Em dixwazin ev pêwendiya biratî û dostaniyê ya di navbera me de xurttir bibe."
"Armanca me ne tenê lîg e, Ewropa ye"
Serokê Amedsporê li ser vîzyona Amedsporê ya li Lîga Super daxuyaniyên balkêş dan.
Nahit Eren diyar kir ku armanca wan ne tenê mayîna li lîgê ye û got:
"Armanc û hedefa me ya sereke, wekî ku me di kongreya xwe de jî ragihand, ne tenê ew e ku em Amedsporê li Lîga Super bibînin. Em dixwazin tîma xwe bibin kupayên Ewropayê."
Eren bal kişand ser wê yekê ku "Armanca herî mezin a Amedsporê her tim ew e ku li kupayên Ewropayê bilîze û li wir serkeftinê bi dest bixe."
Îdiayên li ser Icardi û xebatên transferê
Serokê Amedsporê li ser îdiayên transferkirina Mauro Icardi ku li ser medyaya civakî deng vedabû jî axivî.
Eren ev îdia derewandin û got, "Na, bi teqezî tiştekî wisa nîne. Navê Icardi bi me re hat anîn lê hêza me ya aborî û budceya me hîn ne di wê astê de ye. Divê lingên me li erdê bin."
Nahit Eren anî zimên ku xebatên wan ên transferan didomin û ew plan dikin ku 4-5 lîstikvanên din tev li qadroya xwe bikin.
Eren eşkere kir ku ew bi lîstikvanên herêmî re jî eleqedar dibin.
Wî li ser Akam Haşimê ku navê wî tim di rojevê de ye jî wisa got:
"Şaxa me ya futbolê vê mijarê dişopîne. Akam Haşim jî lîstikvanekî jêhatî ye ku di lîsteya me de bû. Ne tenê ew, em li lîstikvanên bi potansiyel ên li herêmê û welatên derdorê jî dinêrin.
Me berê bi stoperkî ji lîga Îraqê re jî hevdîtin kirin lê pêvajoya transferan her tim bi îmzeyan bi encam nabe. Em dê li gorî raporên ekîba xwe ya teknîkî lîstikvanên herî guncaw tev li qadroya xwe bikin."
Rewşa aborî û piştgiriya alîgiran
Nahit Eren anî zimên ku ew barê darayî yê Lîga Super dizanin û wiha behsa rewşa aborî ya tîmê kir:
"Di lîga jorîn de pêwîstiya bi budce û pereyan gelekî zêdetir e. Dê sponsorî, reklam û dahatên ku ji TFFyê bên hebin. Her wiha kombîneyên me jî di 2 rojan de xilas bûn, ev yek baweriya alîgirên me ya bi me nîşan dide.
Amedspor heta niha ji aliyê aborî ve gelekî baş hat birêvebirin. Me avahiya xwe ya darayî li ser bingeheke xurt ava kir. Budceya tîma me niha di rewşeke baştir de ye û em dê vê serkeftinê bidomînin."

.webp&w=3840&q=75)

