Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvanê Kurd Milad Kemal Mihemedê 30 salî yê ji bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de rekoreke nû nivîsand.
Milad Kemal Mihemed di rahênana berdewam a mist û pêyan de (Punch and Kick), bêyî rawestan û xwarinê, 40 demjimêr û 40 xulek û 40 çirkeyan li ber xwe da.
Bi vê yekê wî rekora werzişvanê Spanî Ricardo Siravelli şikand.
Rekora Siravelli 27 demjimêr û 15 xulek bû.
Amadehiyên nêzîkî salek û 6 mehan
Milad Kemal Mihemed ev rekor di Roja Alaya Kurdistanê de şikandibû lê bersiva fermî ya Guinnessê îro gihîşt destê wî.
Milad Kemal îro Rûdawê re axivî û li ser hewldanên xwe wiha got:
"Min ji bo şikandina vê rekorê, nêzîkî salek û 6 mehan amadehî kir.
Min xwest ez di Roja Alaya Kurdistanê de vê destkeftiyê diyarî Kurdistanê bikim lê vegera bersiva desteya Pirtûka Guinnessê ket îro."
Çalakiya li Hewlêrê
Ev çalakî li Hewlêrê bi amadebûna gelek kesan, rojnamegeran û Parêzgarê Hewlêrê hat lidarxistin.
Her wiha tîmeke pispor û organîzatorên werzişvan ên ji Rojhilatê Kurdistanê serpereştiya çalakiyê kir.
Wan ev yek kir da ku hemû belge û tomaran li gorî mercên Pirtûka Guinnessê amade bikin.
Dixwaze rekorên din jî bişikîne
Milad da zanîn ku ew plan dike di paşerojê de çendîn rekorên din ên cîhanî jî bişikîne.
Ew dixwaze bi rêya serkeftinên xwe navê Kurdistanê di navendên werzişê yên navneteweyî de bilindtir bike.
Milad her wiha got, "Nêzîkî 2 meh dibe ku min bawernameya xwe wergirtiye. Lê ji ber rewşa nearam a navçeyê, bawername dereng gihîşt destê me."
Ezmûneke zehmet
Lîstika mist û pêyan, ezmûneke zehmet a vîna xweragirtinê, hêz, teknîk û aramiya derûnî ya werzişvan e.
Salane li seranserê cîhanê gelek kes hewl didin navê xwe di Pirtûka Guinnessê de binivîsin.
Lê tenê ew werzişvan bi ser dikevin ku yasayên tund ên rêxistinê bi cih tînin.
Her wiha divê xwediyê amadehiyeke baş, tîmeke pizîşkî û belgeyên temam bin.



