Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Hîlalê ya Rojavayê Kurdistanê li ber derfeteke dîrokî ye ku navê xwe li dîrokê binivîse.
Tîma Hîlalê îro di fînala Şampiyonaya Asyaya Rojava de dilîze.
Tîma Hîlalê gihîşt fînala Şampiyonaya Asyaya Rojava ku maçên wê li Urdinê tên lîstin.
Hîlal dê îro ji bo şampiyoniyê bi Tîma Jinan a Nasrê ya Erebistana Siûdî re bilîze.
Di destpêkê de biryar hatibû dayîn ku maç saet 17:00an dest pê bike lê belê ji ber germahiya zêde saetekê hat bipaşxistin û dê saet 18:00an dest pê bike.
8 lîstikvanên Kurd di tîmê de ne
Di nav Tîma Jinan a Hîlalê de 8 lîstikvanên Kurd hene. Ev cara yekem e ku ew beşdarî Şampiyonaya Asyaya Rojava dibin.
Hîlal tîmeke xurt e û berê bûye şampiyonê jinan ê Sûriyeyê û îro li pey destkefteke din e.
“Em dixwazin bi kupayê vegerin Qamişloyê”
Berpirsê Ragihandinê yê Tîma Hîlalê Men Hiwar ji Rûdawê axivî û diyar kir ku rewşa tîmê gelekî baş e 3u got:
"Hemû lîstikvan amade ne. Em dizanin ku Nasr tîmeke xurt e lê em dê hemû şiyana xwe bi kar bînin da ku em bi kupayê vegerin Qamişloyê."
Govenda Kurdî li kolanên Urdinê
Tiştê ku di Tîma Jinan a Hîlalê de balê dikişîne ew e ku lîstikvan bi kofî û şalên Kurdî derdikevin stadyumê.
Her wiha piştî her serkeftinê Alaya Kurdistanê bilind dikin.
Lîstikvanên Hîlalê piştî ku zora tîma FC ya Îmaratê biribû, li ber otêla xwe ya li Urdinê bi govend û stranên Kurdî şahî kiribû.


.webp&w=3840&q=75)
