Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke Kurdistanê li Urdinê beşdarî şampiyonayeke navneteweyî ya tekwandoyê bû û 3 medalyayên cuda standin.
Tîma Perwerdeya Kurdistanê li Urdinê beşdarî Şampiyoniya Vekirî ya Navneteweyî ya tekwandoyê bû û 3 madalya standin.
110 lîstikvanan ji 40 welatan beşdarî şampiyonayê bûn û wan 3 rojan ji bo madalyayên şampiyonayê têkoşîn kir.
Tîma Perwerdeya Kurdistanê wekî tîma yekem a Kurdistan û Îraqê beşdarî vê şampiyonayê bû.
Tîmê madalyayeke zîv û du madalyayên bronz standin.
Sehend Şemsedîn di giraniya 65 kîloyan de di asta nûciwanan de bû duyem û madalyaya zîv stand.
Levend Şemsedîn di asta pêşkeftî de di giraniya 87 kîloyan de bû sêyem û madalyaya bronz stand.
Omer Elî jî di ser asta nûciwanan de û di giraniya 49 kîloyan de bû sêyem û madalyaya bronz stand.
Hemû lîstikvanên Tîma Perwerdeyê xwendekarên dibistanên Kurdistanê ne.
Ev cara yekem bû ku ew beşdarî vê şampiyonayê dibin.



