Amed (Rûdaw) - Amedsporê bi beşdariya bi hezaran alîgiran li firoşgeha xwe ji bo 5 transferên nû merasîma îmzekirina peymanê li dar xist.
Stêrkên nû yên tîma kesk û sor Samuel Ballet, Yira Sor, Mohamed Khalil, Gokhan Gul û Rayan Lutin di bin coş û xiroşa alîgiran de îmze avêt.
Lîstikvanên nû yên Amedsporê soza serkeftinê da alîgiran.
Lîstikvanê nû yê Amedsporê Gokhan Gul kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Ez dê îsal bi awayekî herî baş nûnertiya formaya Amedsporê bikim. Ez soz didim we ku em dê îsal karekî gelekî baş bikin."
Lîstikvanê Amedsporê Samuel Ballet bal kişand ser coşa alîgiran û wiha axivî:
"Ya rastî sedema ku ez hatim Amedsporê ev alîgirên bicoş in. Hûn bawer bin ku ez dê ji bo van rengan çi pêwîst be bikim."
Lîstikvanê Amedsporê Rayan Lutin jî diyar kir ku ew li benda lîstika yekem e û got, "Li vir gelek alîgir hene, ez ji bo ku hêza xwe li stadyumê nîşan bidim bêsebir im."
Lîstikvanê Amedsporê Mohamed Khalil hêviya serkeftinê xwest û got:
"Çi ji destê min bê ez dê bikim. Înşelah em dê bi hev re bigihîjin armanca xwe."
Lîstikvanê Amedsporê Yira Sor jî soza têkoşînê da û got, "Ez dê bi dil û can ji bo Amedsporê çi ji destê min bê bikim."
Alîgiran govend gerand
Piştî merasîma îmzeyê, hinek alîgiran formayên xwe bi lîstikvanan dan îmzekirin û hinek ji wan jî govend û dîlan gerand.
Jineke alîgir a ku ji bo merasîmê hatibû wiha got:
"Ez gelekî ji Amedsporê hez dikim. Ez ji Elbistana Mereşê me û li Swêdê dijîm lê ez tenê ji bo Amedsporê ji Swêdê hatim. Ez ji bo temaşekirina maça Amedsporê li vê derê me."
Zilamekî alîgir li ser transferên nû axivî û daxwazên xwe anîn zimên:
"Transferên me gelekî baş in, gelekî hêja ne. Hedefa me ya îsal şampiyonî ye. Ne Galatasaray, ne Fenerbahçe û ne jî Trabzonspor, tenê yek şampiyon heye ew jî Amedspor e."
Zilamekî din ê alîgir jî got, "Înşelah em dê herin Lîga Şampiyonan a Ewropayê. Transferên me gelekî baş in."
Jineke din a alîgir jî piştgiriya xwe nîşan da û got, "Baweriya me heye, baweriya me bi Amedê û bi ciwanan heye."
Maça yekem 16ê Tebaxê ye
Tîma kesk û sor dê di maça xwe ya ewil a Lîga Super de 16ê Tebaxê derkeve pêşberî Erziromsporê.
Alîgir û lîstikvan bi hev re dixwazin ku destpêka sezonê bi serkeftinê be.


