Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 16 salan îro maçeke Lîga Super a Tirkiyeyê li Amedê tê lîstin.
Di vê sezonê de tîmên herî mezin ên Lîga Super a Tirkiyeyê tevî alîgirên xwe dê berê xwe bidin Amedê.
Serokê Desteya Geştyariyê ya Mezopotamyayê Serdar Baturay li ser girîngiya maçê got:
"Dema ku hûn qala werziş, aştî û biratiyê dikin, divê hûn di pratîkê de binê van gotinan tijî bikin.
Pêwîst e Amedspor û gel pêşwaziyeke gelekî baş li tîm û alîgirên mêvan bikin.
Bêyî ku li wê yekê binêrin ka em di skorê de li pêş in an li paş in."
Amed bi şûnwar, gastronomî, çand û geştyariya xwe amadeyî lîstikê ye.
Sûrên Amedê, Baxçeyên Hewselê, Keleha Zerzevanê, Pira Dehderî û cihên din ên geştyarî û çandî yên vî bajarî, li benda werzişvan û werzişhezan in.
Serokê Yekîtiya Otelvan û Geştyariyê ya Amedê Denîz Guler li ser bandora aborî ya maçan got:
"Geştyariya pêşbirkan ew 17 maç in ku tîmên mêvan tên vê derê.
Eger em rojekê yan du rojan bi awayekî serkeftî mazûvaniya wan tîm û alîgirên wan li Diyarbekirê bikin, em dê di bipêşketina aboriya Diyarbekirê de roleke mezin bilîzin."
Maç îşev demjimêr 21:30an e
Amedspor di maça yekemîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de îşev demjimêr 21:30an mazûvaniya tîma Erziromê ya Bakurê Kurdistanê dike.
Welatî dibêjin, Erzirom tîmeke bira ye û maç dê di atmosfereke dostane de derbas bibe.
Esnafê bi navê Elî Seyîd bangî alîgiran kir û got:
"Banga me ji bo hemû alîgiran e, bila werin Diyarbekirê; bigerin û bibînin.
Gelê Diyarbekirê xwîngerm e, bila maça xwe bilîzin û tîma ku heq dike bila bi ser bikeve. Em tîmên bira ne."
Cara dawî ku maçên Lîga Yekem li Amedê hatibûn lîstin, sezona 2009-2010an bû ku wê demê Diyarbakirsporê nûnertiya bajarê xwe dikir.
Îsal jî Amedsporê bi bilindbûna xwe ya Lîga Super re, dawî li hesreta 16 salan anî û bi lîstikvanên xwe yên nû ve ji bo hevrikiyê amade ye.




.jpg&w=3840&q=75)