Hewlêr (Rûdaw) - Mbaye Diagne piştî serkeftina tîma xwe ya li hemberî Erzurumsporê peyameke balkêş parve kir û di peyama xwe de demjimêrek jî destnîşan kir.
Amedspora ku di dîroka xwe de cara yekem e di asta Lîga Super de dilîze, doh mazûvaniya Erzurumsporê kir.
Tîma Amedê bi piştgiriya alîgirên xwe, di nîvê duyemîn de lîstikeke bêhempa derxist holê û li hemberî Erzurumsporê 3-0 bi ser ket.
Mbaye Diagneyê ku di nîvê duyemîn de ji lîstikê hatibû derxistin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Golkarê Amedsporê diyar kir ku ew dê îşev bangî alîgiran bike û got:
"Sibe bi şev (yanî îşev) ez dixwazim ji dostên xwe yên hêja û hemû alîgirên Amedsporê re hinek tiştan bibêjim.
Vêca beriya ku hûn min darizînin, ez dixwazim hûn min fêm bikin, ji ber ku rêz û hurmeta min ji bo we gelek e.
Êdî dema wê hat ku ez wan tiştên ku ev mehek e di hundirê xwe de dijîm, ji we re eşkere bikim. Demjimêr 22:00."
Lîstikvanê navdar ê Amedsporê Diagne, di nîvê yekemîn a lîstikê de performanseke baş nîşan neda û di nîvê duyemîn de ji aliyê Besnik Hasi ve ji lîstikê hat derxistin.
Mbaye Diagne par di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de li ser navê Amedsporê 29 gol tomar kiribûn û bûbû şahê golan û ji bo Amedspor derkeve Lîga Super kedeke mezin dabû.




