Hewlêr (Rûdaw) - Lensê di Kupaya Super a Fransayê de 1-0 zora Paris Saint-Germainê (PSG) bir û bû şampiyon.
Di maça ku li Stadyuma Bollaert-Delelisê hat lîstin de, şampiyona Lîga 1emîn a Fransayê (Ligue 1) ya sezona borî PSG û şampiyona Kupaya Fransayê Lens hatin pêşberî hev.
PSG li pey kupayeke din bû
Tîma PSGyê ya di bin rahêneriya Luis Enrique de, piştî şampiyoniya Ligue 1ê, şampiyoniya Lîga Şampiyonan a UEFAyê û şampiyoniya Kupaya Super a UEFAyê ya sezona borî, xwest beriya sezona nû kupayeke din jî bibe muzeya xwe û bi vê armancê derket qadê.
Lê Lens di nîvê yekem ê maçê de, di xuleka 32yan de bi gola Thauvin 1-0 ket pêş.
Her du tîm jî 10 kes man
Di maçê de lîstikvanê Lensê Antonio di xuleka 39an de karta sor dît û ji lîstikê hat derxistin.
Ji tîma PSGyê jî Mendes di xuleka 87an de karta sor dît û tîma xwe 10 kes hişt.
Di xulekên mayî yên maçê de ti golên din nehatin kirin û Lensê Kupaya Super a Fransayê bilind kir û şampiyoniya xwe pîroz kir.




