Hewlêr (Rûdaw) - Golkarê Amedsporê Mbaye Diagne, diyar kir ku Amed ji bo wî wekî mala duyem e û got, “Rojekê kariyera min a futbolê biqede jî ez naxwazim ji vî bajarî, ji Amedsporê û ji vî gelî dûr bikevim.”
Futbolîstê Senegalî yê Amedsporê Mbaye Diagne, li ser têkiliya xwe ya xurt a bi tîm û alîgiran re peyameke hestyar parve kir.
Diagne da zanîn ku ji roja ew derbasî Amedsporê bûye ve, ew ne tenê bi futbol lîstiye; di heman demê de rastî malbateke mezin û hezkirineke bêhempa hatiye.
Diagne destnîşan kir ku hezkirin û hurmeta gelê Kurd a ji bo wî gelekî bi qîmet e û anî ziman ku bi demê re wî çand û mirovên herêmê ji nêzîk ve nas kirine.
“Êdî hest dikim ku ez mîna Kurdekî me”
Diagne di peyama xwe de nivîsiye: “Niha ez xwe tenê wekî lîstikvanekî Amedsporê nabînim. Ez xwe wekî ferdekî vê malbatê dibînim. Tewr carinan êdî hest pê dikim ku ez mîna Kurdekî me.”
Diagne bal kişand ser hezkirina alîgiran a ku li qadê hêzeke mezin dide wî û got:
“Dema ez derdikevim qadê, ez dizanim ku li pişt vî formayî gelekî mezin heye. Ez êdî li vir xwe wekî xerîbekî nabînim. Evder ji bo min bûye wekî mala duyemîn.”
“Amed êdî mîna bajarê min e”
Diagne diyar kir ku piştî kariyera wî ya futbolê biqede jî ew dixwaze têkiliya xwe ya bi Amedspor û Amedê re bidomîne û wiha axivî:
“Karê min ê li vir, dê bi qedîna futbolê re bi dawî nebe. Rojekê lîstikvaniya min biqede jî ez naxwazim ji vî bajarî, ji Amedsporê û ji vî gelî dûr bikevim. Amed êdî mîna bajarê min e.”
Diagne peyama xwe bi Kurmancî bi hevoka “Ez jî we hez dikim” bi dawî kir.




