Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolspora tîmê Êlihê di hefteya duyem a Lîga Yekemîn a Trendyolê de li mala xwe Boluspor 2-0 têk bir.
Maç li Stadyuma Êlihê hat lîstin û tîma malxwe bi 2-0 bi ser ket.
Golên ku 3 puan anîn ji tîma Êlihê re, xuleka 34an ji penaltiyê Pedrinho û xuleka 90+3yan jî Michael Biron avêtin.
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin kirin û maç bi vê encamê qediya.
“Ez gelekî kêfxweş im”
Rahênerê Batman Petrolsporê Selçuk Şahîn diyar kir ku ew ji xwestek û têkoşîna lîstikvanên xwe razî ye lê divabû wan gola duyem zûtir biavêta.
Selçuk Şahîn li ser encama maçê got:
"Em derfetan peyda dikin û dikevin pozîsyonan lê me neşiya em karê xwe biqedînin.
Bi giştî ji ber lîstikê, xwestek û têkoşîna lîstikvanan ez gelekî kêfxweş im."
Batman Petrolspor niha bi 4 puanan di rêza 5an de ye û dê yekşema (23.08.2026) pêşiya me li deplasmanê bi Sariyerê re bilîze.
Berteka rahênerê Bolusporê
Rahênerê Bolusporê Daniel Farrar jî da zanîn ku penaltiya ku ji bo tîma Êlihê hatiye dayîn “neheqî “bû.
Farrar her wiha destnîşan kir ku lîstik piştî wê golê bi temamî guheriye.


.webp&w=3840&q=75)
