Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê navdar ê Brezîlyayî Roberto Carlos bi karsazeke Mexribî re zewicî û bû Misilman.
Lîstikvanê futbolê yê aliyê çepê yê efsanewî, bi jina karsaz a Spanyol a bi eslê xwe Mexribî Suheyla Tahiriyê re zewicî û di heman demê de bû Misilman.
Roberto Carlos û Suheyla Tahiriyê destpêka sala 2026an bi merasîmeke taybet a di nav malbatê de zewicîbûn.
Her duyan 25ê Tîrmehê jî bi beşdariya hevalên xwe yên nêzîk û derdora xwe bi merasîmeke berfireh a dawetê ev yekîtiya xwe tacîdar kir.
Suheyla Tahirî di birêvebiriya spora navneteweyî de tê naskirin û di şirketa Next Investment SARLê de birêvebiriyê dike.
Ew di birêvebiriya kariyera stêrkên cîhanê yên wekî Luka Modric, Nani û John Terry de roleke girîng dilîze.
Hat diyarkirin ku naskirina her duyan a ku bi pêwendiya kar dest pê kiribû bi demê re veguheriye evînê.
Her wiha hat gotin ku Carlos destpêka sala 2026an ji nişka ve nexweşiya dil derbas kiriye û bi lez hatiye emeliyatkirin û Tahiriyê di pêvajoya başbûnê de ew ti carî bi tenê nehîştiye.
Çawa bû Misilman?
Xaleke din a dîrokî ya di jiyana stêrkê Brezîlyayî de jî ew bû ku wî Îslamiyet hilbijart.
Nûçeya ku Roberto Carlos bûye Misilman, ji aliyê Parlamenterê AK Partiyê yê Dîlokê Alî Şahînê ku li Brezîlyayê hevdîtin dikirin ve ji raya giştî re hat eşkerekirin.
Şahîn ev pêşhat piştî hevdîtina xwe ya li bajarê Sao Pauloyê yê Brezîlyayê ya bi Şêx Cîhad Hemade û Yekîtiya Ciwanên Xêrxwaz ên Îslamî ya Brezîlyayê re parve kir.
Şêx Cîhad Hemade wekî yek ji 500 navên herî bibandor ên erdnîgariya Îslamê tê nîşandan.
Şahîn hûrgiliyên hevdîtinê vegotin û eşkere kir ku navê efsanewî yê futbola cîhan û Brezîlyayê demeke dirêj e bi Şêx Cîhad Hemade re di nav pêwendiyê de ye.
Li gorî agahiyên ku Şahîn dane, Hemade mizgînî daye ku Roberto Carlos beriya niha bi 4 hefteyan çûye cem wî, Şehadet aniye û Îslamiyet hilbijartiye.
Şahîn di daxuyaniya xwe de lîstikvanê efsanewî pîroz kir û diyar kir ku ew ji bo Carlos û malbata wî jiyaneke tijî aramî, tenduristî û bereketê dixwaze.
Gelek nûnerên pêşeng ên civaka Îslamî ya Brezîlyayê beşdarî civîna li Sao Pauloyê bûn ku ev nûçe lê hat ragihandin.
Di civînê de ji bilî Cîgirê Serokê Yekîtiya Hiqûqnasên Îslamî ya Brezîlyayê û Şêwirmendê Olî Şêx Cîhad Hemade, Serokê Yekîtiya Ciwanên Xêrxwaz ên Îslamî ya Brezîlyayê Charif Neto amade bûn.
Her wiha Serokê Weqfa Mizgefta Pariyê Omar Aref, Serokê Desteya Birêvebir a Dibistana Îslamî ya Brezîlyayê Youssef Abbas û Birêvebira Weqfa Alîkariya Mirovî ya 5 Şertan Nadia Hussein jî di civînê de cih girt.
Di hevdîtinê de birêvebirên Yekîtiyê û karsazên xêrxwaz Aref Abdul Latif, Mostafa Adham, Aref Tarek, Meher Hamad, Mohamad Mouallem, Imad El Hassan, Mohamad Osman û Dr. Hamdi Abu Arabi jî amade bûn.

.webp&w=3840&q=75)


