Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Batman Petrolsporê li deplasmanê 2-1 zora Sariyersporê bir.
Maçên hefteya 3yemîn ên Lîga 1emîn a TFFyê didomin.
Tîma Elîhê Batman Petrolspor li Stadyuma Yusuf Ziya Onîşê bû mêvana Sariyersporê.
Batman Petrolsporê baş dest bi maçê kir.
Lîstikvanê tîma Êlihê Omar Imeri di xuleka 37an de golek kir.
Nîvê yekem bi vê golê 1-0 bi dawî bû.
Sariyersporê di nîvê duyem ê maçê de ji bo wekheviyê zextên xwe zêde kirin.
Lîstikvanê Sariyersporê Batuhan Kor di xuleka 54an de gola wekheviyê şand nav torê û maç bû 1-1.
Gola serkeftinê
Batman Petrolsporê bandora vê golê zû ji ser xwe avêt û Polat Yaldir di xuleka 74an de golek kir û encam bû 2-1.
Di xulekên mayî de ti golên din çênebûn û maç bi vê encamê qediya.
Bi vê serkeftinê re Batman Petrolsporê puanên xwe kirin 7 û di lîgê de derket rêza 3yemîn.




