Hewlêr (Rûdaw) - Vanspor li mala xwe li hemberî İstanbulsporê 3-2 bi ser ket.
Vansporê di hefteya 3yemîn a Lîga 1emîn a TFFyê de li Stadyuma Akhîsarê mazûvaniya İstanbulsporê kir.
İstanbulsporê bi awayekî xurt dest bi maçê kir.
Tîma Stenbolê bi golên Michael Ologo (xuleka 23yan) û Alieu Cham (xuleka 31ê) 2-0 ket pêş.
Vanspor di demeke kurt de 2 gol xwarin lê zû bi xwe hesiya.
Vansporê bi golên Furkan Ozhan (xuleka 36an) û Jurgen Bardhi (xuleka 38an) skor kir 2-2.
Bi vî awayî nîvê yekem ê maçê 2-2 bi dawî bû.
Tîma Wanê bi awayekî xurt dest bi nîve duyem kir û xuleka 48an bi gola Ricahiro Zivkovic bû 3-2 ket pêş.
Di xulekên mayî de ti golên din çênebûn û maç bi vê encamê qediya.
Vansporê bi vê encamê serkeftina xwe ya yekemîn stand û derket rêza 14an.




