Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor di hefteya duyem a Lîga Super de ji bo lîdertiyê li deplasmanê derdikeve pêşberî Kocaelisporê.
Maça krîtîk a ku dê li Stadyuma Kocaeliyê bê lîstin, îşev saet 21:30î dest pê dike û hakemê maçê jî Umit Ozturk e.
Eger Amedspor di vê maçê de bi ser bikeve, ew dê di hefteya duyem de jî lîdertiya xwe bidomîne.
Cara ewil di Lîga Super de dilîzin
Kocaelispora mazûvan di hefteya yekem a lîgê de 2-0 li hemberî Başakşehîrê têk çûbû.
Amedspora ku bi serkeftina 3-0î ya li hemberî Erzurumsporê dest bi sezonê kiribû, dixwaze vê serkeftinê bidomîne.
Her du tîm di dîroka Lîga Super de cara ewil tên pêşberî hev.
Ji ber ku alîgirên Kocaelisporê stadyum tije nekir, birêvebiriyê deriyên trîbunê ji alîgirên hemû tîman re vekirin.
Ew alîgirên ku passolîgên tîmên din bi wan re ne jî dê karibin di trîbunê de cihê xwe bigirin.
Ji ber vê yekê tê pêşbînîkirin ku îşev di stadyumê de alîgirên gelek tîmên cuda piştgiriyê bidin Kocaelisporê.
Amedsporê 3 caran zora wan biriye
Di 4 maçên lîgên jêrîn ên di navbera her du tîman de, Amedsporê 3 caran û Kocaelisporê jî tenê carekê bi ser ketiye.
Di van maçan de Amedsporê 8 gol avêtin û Kocaelisporê jî tenê 2 gol avêtin.
Encamên maçên di navbera her du tîman de wiha ne:
Sezona 2020-2021ê Amedspor 3-0 Kocaelispor
Sezona 2020-2021ê Kocaelispor 1-2 Amedspor
Sezona 2024-2025an Amedspor 3-0 Kocaelispor
Sezona 2024-2025an Kocaelispor 1-0 Amedspor




