Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di Lîga Super de bû mêhvana Kocaelîsporê.
Di maça ku li Stadyuma Kocaeliyê hat lîstin de, Kocaelîspor bi encama 2-0 bi ser ket.
Nîvê yekem bi gola Berkan Kutlu qediya
Nîva yekem a maçê Kocaelîspor bi dijwarî bi ser Amedsporê de çû.
Lîstikvanê Kocaelîsporê Berkan Kutlu xuleka 16an gog ji derveyî qada cezayê şand torên Amedsporê û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Piştî vê golê Amedsporê hewl da ku bi lîstikvanên xwe Dia Saba û Yira Sor encamê biguhere lê derfetên wan bê encam man.
Nîvê yekem bi serkeftina Kocaelîsporê bi dawî bû.
Hewldanên Amedsporê bê encam man
Di nîvê duyem de Amedsporê bi çend guhertinan xwest wekheviyê pêk bîne.
Mbaye Diagne, Umut Meraş û Gokhan Gul ketin lîstikê.
Lîstikvanên Amedsporê çendîn caran zext li qeleya dijber kir û nêzîkî golê bûn lê qelevanê Kocaelîsporê rê neda ku gol bê kirin.
Amedspor daket rêza 9emîn
Lîstikvanê Kocaelîsporê Matej Maglica bi lêdaneke serî ferq derxist 2yan û encam bû 2-0.
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin kirin û maç bi vê encamê qediya.
Bi vê têkçûnê re, Amedspor ji lîderiya Lîga Super ket û di rêzbendiyê de daket rêza 9emîn.




