Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ragihand, derbarê 5 alîgirên ku di maça Kocaelispor û Amedsporê de li hemberî alîgirên tîma Amedsporê "çewalên zer" hejandine, biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
24ê Tebaxê li Stadyuma Kocaeliyê di maça Kocaelispor û Amedsporê de, hinek alîgirên Kocaelisporê li hemberî trîbunên tîma Amedsporê "çewalên zer" hejandin.
Hat diyarkirin ku dema maçê li hemberî Amedsporê û alîgirên wê gotinên nijadperestî hatine kirin û Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
Nasnameya 5 kesan hat diyarkirin
Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat diyarkirin ku derbarê kesên ku li trîbunê bi "hejandina çewalên zer" li hemberî alîgirên tîma Amedsporê tevgerên tehrîkker kirine dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de nasnameya 5 gumanbaran hatiye destnîşankirin û derbarê wan de fermana desteserkirinê hatiye dayîn.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat tomarkirin ku li gorî madeya 216an a Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê bi tohmeta "tehrîkkirina xelkê ya ji bo kîn û dijminatiyê" û li gorî madeya 14an a Qanûna Hejmar 6222yan bi tohmeta "dirûşmên ku gef an jî heqaretê li xwe digirin" lêpirsîn tê meşandin.
Hejandina çewalên zer tê çi wateyê?
Li Tirkiyeyê salên dawî "hejandina çewalên zer" wekî tevgereke sembolîk tê naskirin.
Ev tevger, amaje bi wan çewalên terman dike ku dema gerîlayên PKKyê di êrişan de canê xwe ji dest didin dixin wan.
Di aloziyên siyasî an civakî de ev yek wekî bertek an gefa mirin û tunekirinê tê bikaranîn.
Ev îfade û tevger, bi taybetî wekî ku di maça Kocaelispor û Amedsporê de jî hat dîtin, di hinek pêşbirkên futbolê an jî nîqaşên siyasî de derdikeve pêş.




