Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor dixwaze encamên xwe yên baş bidomîne. Amedspor dê di maçeke girîng de li derveyî stadyuma xwe derkeve pêşberî tîma Kasimpaşayê.
Di çarçoveya hefteya 4em a Lîga Super a Tirkiyeyê de, Amedspor dê saet 17:00an li Stadyuma Recep Tayyîp Erdogan a li Stenbolê bibe mêhvana Kasimpaşayê.
Armanca Amedsporê ew e ku serkeftineke din tomar bike.
Serkeftina dîrokî moral da lîstikvanan
Tîma kesk û sor di maça xwe ya borî de serkeftineke dîrokî tomar kir û 2-1 zora Trabzonsporê bir.
Vê serkeftinê moralê lîstikvanên Amedsporê gelekî bilind kir û baweriya tîmê jî zêdetir kir. Îro çavê tîmê li sê puanên nû ye.
Kasimpaşa qet têk neçûye
Kasimpaşayê di sê maçên xwe yên borî de 2 wekhevî û serkeftinek bi dest xistine û qet têk neçûye.
Kasimpaşa tîmeke Stenbolê ye. Ew dixwaze ji stadyum û alîgirên xwe sûdê wergire da ku serkeftina xwe ya duyem a vê sezonê tomar bike.
Rewşa Amedsporê ya li lîgê
Amedspor roja şemiyê ji Amedê gihîşt Stenbolê û tîmê xwe bi başî ji bo maçê amade kiriye.
Lê îhtimal heye ku êrişberê tîmê Yira Sor ji ber seqetbûnê tevlî vê maçê nebe.
Amedspor di sê maçên xwe yên borî yên Lîga Super de, li hemberî Erzurumspor û Trabzonsporê bi ser ketiye lê li hemberî Kocaelisporê têk çûye.
Amedspor xwediyê 6 puanan e û dixwaze li hemberî Kasimpaşayê bi ser bikeve.




