کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Werziş

Lîga Şampiyonan dest pê kir: Tîmên mezin puan standin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

09-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran09-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya yekem a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de 6 maç hatin lîstin.

Tîma Spanyayê Real Madridê li mala xwe Întera tîma Îtalyayê kir mêhvan.

Real Madrid bi golên Kylian Mbappe û Federico Valverde li hemberî Înterê 2-1 bi ser ket.

Gola Carlos Augusto têra Înterê nekir û Înter bê puan vegeriya.

Dortmund bi golkarê xwe bi ser ket

Di maçeke din a rojê de Borussia Dortmundê mazûvaniya Villarrealê kir.

Tîma malxwe Borussia Dortmund bi encama 3-2 li hemberî tîma mêvan Villarrealê bi ser ket.

Golên Dortmundê Serhou Guirassy (2 gol) û Renato Veigayê (bi xeletî avêt qeleya xwe) lîstikvanê Villarrealê kirin.

Golên Villarrealê jî Santiago Mourino û Serhou Guirassy (bi xeletî avêt qeleya xwe) kirin.

Real Betisê 3 puan standin

Tîma Spanyayê Real Betis li deplasmanê bû mêhvana Lilleya tîma Fransayê.

Real Betis di vê maçê de 3-2 bi ser ket.

Golên tîma mêhvan Marc Bartra (2 gol) û Troy Parrott kirin.

Golên Lilleyê jî Ayase Ueda û Alexandro Ribeiro kirin.

Manchester City bi saya serê Haaland bi ser ket

Tîma Brîtanyayê Manchester City jî li deplasmanê bi Portoya tîma Portugalê re lîst.

Manchester City bi du golên Erling Haaland 2-0 bi ser ket.

Encamên din

Di her du maçên din de jî AEKya tîma Yunanistanê 1-0 zora Lask Linzê bir.

Her wiha Aston Villayê jî li deplasmanê Club Brugge 3-2 têk bir.

Maçên hefteya yekem a lîgê dê îro û roja pêncşemê bên lîstin.

Pirsên