Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Vansporê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hemû dahata bilêtên vê hefteyê dê ji bo dermankirina Defne Atmacaya bi nexweşiya SMAyê were veqetandin.
Vanspor dê hefteya pêncem a Lîga Super li Akhîsara Manîsayê derkeve hemberî tîma Keçîorensporê ya tîma Enqereyê û piştgiriyê bide kampanyaya dermankirina Defne Atmacaya ku nexweşiya SMAyê pê re heye.
Maç dê sibe (12ê Îlonê) demjimêr 17:00an dest pê bike û tîma Wana Bakurê Kurdistanê dê ji bo Defneyê jî bilîze.
Vansporê bi dirûşma "Di vê maçê de navê hêviyê Defne ye!" bangî hemû hezkirên futbolê kir û piştgiriya alîgiran xwest.
"Bilêta te bila ji bo Defneyê bibe hêvî"
Vansporê ev maç ne tenê wekî têkoşîna li qada futbolê, wekî kampanyayeke hevkariyê ya ji bo piştgiriya Defneyê pênase kir.
Tîma Vansporê bi peyama "Bilêta te bila ji bo Defneyê bibe hêvî, keça me ya ji Akhîsarê!" bangî alîgirên xwe kir da ku bi kirîna bilêtan dê hem piştgiriyê bidin tîma xwe û hem jî beşdarî kampanyayê bibin.
Banga li alîgir û gelê Akhîsarê
Vansporê ji bo piştgiriya kampanyayê tenê bangî alîgirên xwe nekir û gelê Akhîsarê jî vexwend maçê.
Di daxuyaniya tîmê de hat diyarkirin ku her kes dikare bi beşdarbûna maçê alîkariyê bide dermankirina Defneyê.
Tîma Vansporê bi gotinên "Were malbata Vansporê, were Akhîsar! Ji bo Defneyê li trîbunê!" bangî raya giştî kir.
Hêviya Defneyê li qada futbolê
Kampanyaya Vansporê careke din rola futbolê ya di piştgiriya civakî û hevkariyê de radixe ber çavan.
Di vê maçê de her bilêt wateyeke zêdetir dihewîne, dahata ku dê ji bilêtan were bidestxistin ji bo dermankirina Defneyê were veqetandin.
Bi vî awayî piştgiriya ku li trîbunan ji bo Vansporê were kirin dê di heman demê de bibe piştgiriyeke rasterast a ji bo Defneyê.
Bihayê bilêtan
Agahiyên derbarê bihayê bilêtan jî hatin parvekirin. Li gorî agahiyan, bihayê bilêta trîbunên Vansporê 165 lîre ye.
Li ser wêneyê ku ji bo trîbuna tîma mêvan hatiye parvekirin bihayê bilêtê wekî "06 TL" hatiye nivîsandin.




