Hewlêr (Rûdaw)
- Gift Orban bi
performansa xwe ya îsal bûye wekî çiyayekî bilind û biheybet ê li pişt Amedsporê.
Amedsporê di
hefteya 5an a Lîga Super a Tirkiyeyê de 5-0 zora Başakşehîrê bir û mohra xwe li
vê hefteyê xist.
Gift Orban jî bi hat-tricka
xwe derket pêş û bi bîr anî ku ew belaya serê Başakşehîrê ye.
Lewra Orban 15ê
Adara 2023yan bi formayê tîma Gentê di maça Lîga Konferansê ya UEFAyê de jî li
hemberî Başakşehîrê "hat-trick" kiribû.
Lîstikvanê
Amedsporê Gift Orban êvara yekşemê di nîvê duyem ê maçê de dîsa bû ba û bahoz û
di xulekên 52, 67 û 75an de 3 gol avêtin, bi vî awayî di nava 23 xulekan de li
hemberî Başakşehîrê careke din "hat-trick" kir.
Amedspor pê
hesiya ku…
Piştî 30ê
Hezîrana 2026an bidawîbûna peymana wî ya li Hellas Veronayê, Amedspor pê hesiya
ku Gift Orban li tîmeke nû digere.
Amedsporê piştî
dan û standinan bi berdêla 1 milyon euroyan ev forvetê Nîjeryayî tev li tîma
xwe kir.
Orban piştî
tevlîbûna kampa rahênanê ya tîma xwe ya nû, zû bala alîgiran kişand.
Lîstikvanê
Nîjeryayî di hefteya yekem a Lîga Super de li hemberî Erzurumsporê asîstek kir
û kir ku Dia Saba gola xwe ya duyem biavêje.
Orban li hemberî
Trabzonsporê jî golek avêt û careke din di serkeftineke girîng a tîma xwe de
roleke mezin lîst.
Qayişkêşiya şahê golan
Gift Orban piştî
pênc lîstikên Lîga Super hejmara golên xwe derxist şeşan û niha bi stêrka
Galatasarayê Victor Osimhen re di rêza yekem de ye.
Divê were gotin
ku yek ji wan şeş golên ku Osimhen avêtine bi saya penaltiyê bû lê Orban hemû
golên xwe bêyî penaltiyan avêtine.
Amedsporê niha bi
10 puanan di Lîga Super de di rêza sêyem de ye û Beşîktaş bi 12 puanan di rêza
duyem de ye.
Amedspor û Beşîktaş
dê hefteya pêşiya me (20ê Îlonê-yekşem) li Amedê bên pêşberî hev û çav dê dîsa
li ser Orban bin.



