Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê nû yê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Jurgen Klopp, lîstikvanê navdar ê Kurd Denîz Undav nexist lîsteya tîma neteweyî.
Klopp dê pêncşemê kadroya Almanyayê ya ji bo 4 maçên Lîga Neteweyan a UEFAyê eşkere bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Bildê ya Almanyayê, lîstikvanê Kurd ê tîma Stuttgartê Denîz Undav di vê lîsteyê de cih nagire.
Almanya dê di Lîga Neteweyan de 24ê Îlonê li gel Holendayê, 27ê Îlonê û 4ê Çiriya Pêşîn li gel Yunanistanê û 1ê Çiriya Pêşîn jî li gel Sirbistanê bilîze.
Hevdîtina rû bi rû ya Klopp û Undav
Hat ragihandin ku beriya ragihandina fermî ya lîsteyê, Klopp û lîstikvanê 30 salî Denîz Undav hevdîtineke rû bi rû kirine û Klopp biryara xwe rasterast jê re gotiye.
Undav di Kupaya Cîhanê ya li Amerîkayê de bi 3 gol û 2 pasên golê lîstikvanê herî baş ê Almanyayê yê di qada êrişê de bû.
Undav her wiha di sezona borî de bi formaya tîma xwe Stuttgartê 25 gol avêtibûn û 14 pasên golê dabûn.
Destpêka lawaz a sezonê
Sedema esasî ya dûrxistina Undav wekî destpêka lawaz a vê sezonê tê nîşandan.
Lîstikvanê Kurd di 5 maçên fermî yên vê sezonê de bi formaya Stuttgartê hîn ti gol neavêtine.
Tevî vê yekê, Undav di Kupaya Almanyayê de li hemberî Rostockê 2 pasên golê û di destpêka Lîga Şampiyonan de jî li hemberî Viking FKyê 2 pasên golê dan hevalên xwe.
Hoeness li pişta lîstikvanê xwe sekinî
Rahênerê Stuttgartê Sebastian Hoeness li hemberî rexneyên li ser Undav piştgirî da lîstikvanê xwe yê Kurd û got:
"Ez van nîqaşan fêm nakim. Wî di Lîga Şampiyonan de bi du pasên golê lîstikeke baş pêşkêş kir û di Kupaya Almanyayê de jî du pasên golê dan. Em naxwazin bikevin nav van nîqaşên bêbingeh."
Rexneya berê ya Klopp
Klopp dema di Kûpaya Cîhanê de şîrovekarê televîzyonê bû, di maça li dijî Paraguayê de rexne li zimanê laş û têkoşîna Undav a li qada lîstikê girtibû û gotibû ku divê ew zêdetir li pey gokê biçe.
Li hêla din tê çaverêkirin ku li şûna Undav, lîstikvanê 21 salî yê Stuttgartê Dzenan Pejcinovic cara yekem vexwînin Tîma Neteweyî ya Almanyayê.




