Hewlêr (Rûdaw)
- Barcelonayê şeva borî qoşa
Racing Santanderê qetand û 7-2 zora wê bir.
Joao Cancelo xuleka
8an bi lêdaneke xweşik û spehî a ji dûr ve deriyên qeleya Racing Santanderê vekirin.
Piştre Raphinha xuleka
25an bi penaltiyê ferq derxist diduyan.
Lîstikvanê Racing
Santanderê Maguette Gueye 5 xulekan bi şûn de golek tomar kir û ferq daxist
yekê.
Lê Cancelo xuleka
36an bi mûşekeke din a ji dûr ve bersiv da û skor kir 3-1.
Raphinha
hat-trick kir
Raphinha berî ku
nîvê yekem biqede careke din derket pêş û xuleka 42yan gola xwe ya duyem avêt.
Berî ku her du
tîm herin bêhnvedanê, Barcelonayê penaltiyeke din stand lê Lamine Yamal gog
neşand nav toran û nîvê yekem 4-1 xelas bû.
Yassir Zabiri
xuleka 65an skor kir 4-2 û Racing Santander piçekî bi hêvî bû.
Lê Raphinha tenê piştî
xulekekê bi penaltiyeke din bersiv da û ferq dîsa derxist sisêyan û hêviyên wê
çilmisandin.
Lîstikvanê
Brezîlyayî bi vê golê hat-tricka xwe temam kir lê tîma Katalonan ranewestiya.
Gabriel Jesus xuleka
79an gola şeşan a Barcelonayê tomar kir.
Yamalê ku penaltî
nekiribû gol, xuleka 89an gola heftan tomar kir û encam bû 7-2.
Barcelona vê
sezonê jî wekî bayê xezebê ye û 6 hefteyên pêşî de 28 gol kirine û bi 6
serkeftin û 18 puanan yekem e.
Real Madrid jî bi
15 puanan duyem e.




