Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolspor û Bursasporê sibe li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê tên pêşberî hev.
Maç demjimêr 20:00î li Stadyuma Êlihê tê lîstin.
Her du tîm jî xwediyên 16 puanan in û Bursaspor duyem, Batman Petrolspor jî sêyem e.
Lijneya Ewlehiyê ya Parêzgeha Êlihê berî lîstikê qedexe kir ku alîgirên Bursasporê herin li lîstikgehê li maçê temaşe bikin.
Bilêt tên firotin
Alîgirên Batman Petrolsporê piştî destpêkirina firotina bilêtan di roja yekem de 6 hezar bilêt standin.
Hejmara kartên Passolîgê yên Batman Petrolsporê gihîşt 15 hezar 603yan û firotina bilêtan jî ji 9 hezaran derbas kir.
Li gorî amaran, herî dawî 9 hezar 154 alîgiran cihê xwe di trîbunan de girtiye.
Eger firotina bilêtan bi heman lezê berdewam bike, tê pêşbînîkirin ku Stadyuma Êlihê ya bi kapasîteya 15 hezar kesan bi temamî tijî bibe.
Têkoşîna du tîmên xwedî 16 puanan
Nêzîkbûna her du tîman a li ser tabloya puanan bendewariya alîgiran zêdetir kiriye.
Batman Petrolspor û Bursaspor her du jî xwediyê 16 puanan in, tenê hejmara golên ku xwarine wan ji hev cuda dike.
Bursaspor bi saya vê yekê di rêza duyem de ye û Batman Petrolspor jî bi heman puanan li pey wê yê.
Lewra ew maç ne tenê ji bo pêşbaziya puanên heftane, ji bo diyarkirina pozîsyona tîman a li ser tabloyê jî girîng e.
Her du tîm berê 2 caran hatibûn pêşberî hev
Her du tîm heta niha di maçên fermî de du caran hatine pêşberî hev.
Di her du lîstikên berê yên di navbera wan de Bursaporê bi encamên 1-0 û 2-1 zora Batman Petrolsporê biribû.
Tîma Êlihê dê bi armanca bidestxistina yekem serkeftina xwe ya li hemberî Bursasporê derkeve qadê.
Batman Petrolspor li mala xwe serkeftîtir e
Batman Petrolsporê di 7 hefteyên pêşî yên lîgê de li mala xwe performanseke bihêztir nîşan da û Bursasporê jî di maçên derve de zêdetir puan standin.
Batman Petrolspor di her sê maçên li mala xwe de bi ser ket lê belê di van 3 lîstikên li mala xwe de 8 gol avêtin û 4 gol xwarin.
Bursaspor di 4 lîstikên derve de 3 caran bi ser ket û carekê jî têk çû. Tîmê di van 4 lîstikan de 7 gol avêtin û 4 gol xwarin.
Maça Batman Petrolspor û Bursasporê
Maça hefteya 8an a Lîga Yekem a Batman Petrolspor û Bursasporê dê 19ê Îlonê (şemî) demjimêr 20:00î li Stadyuma Êlihê were lîstin.
Niha bala her kesî li ser vê maça girîng e, encama wê dê diyar bike bê ma Batman Petrolspor dikare yekem serkeftina xwe ya li hemberî Bursasporê bi dest bixe yan na.



