Hewlêr (Rûdaw) - Hesabê fermî yê Amedsporê yê li ser tora civakî ya Instagramê bi lez mezin dibe.
Hejmara şopînerên tîma Amedê 2 milyon û 200 hezar derbas kir.
Piştî serkeftina dîrokî ya derketina Lîga Super a Tirkiyeyê, eleqeya li hemberî tîma kesk û sor a nûnera Bakurê Kurdistanê li seranserê cîhanê zêde dibe.
Amedspor di salên dawî de hem bi serkeftinên xwe yên li qadan hem jî bi bandora xwe ya li ser medyaya civakî balê dikişîne.
Tîma Bakurê Kurdistanê bi vê yekê re di warê dîjîtal de asteke nû derbas kir.
Bû hevrika tîmên mezin
Hesabê fermî yê tîmê di dawiya sala 2025an de gihîştibû milyonek şopînerî.
Bi derbasbûna demê re ev hejmar bilind bû.
Di Gulana 2026an de hejmara şopîneran milyonek û 600 hezar derbas kiribû.
Bi vê hejmarê re Amedspor gihîştibû asta tîmên mezin ên Lîga Super a Trendyolê.
Piştî ku Amedspor derket Lîga Super eleqeya bikarhêner û alîgiran a li hemberî malpera fermî û hesabên medyaya civakî yên tîmê gelekî zêde bû.
Niha di malpera fermî ya tîmê de jî statuya alîgiran bi awayekî berbiçav tê nîşandan.
Di qada dîjîtal de jî pêşeng e
Gihîştina 2 milyon şopîneran a li ser Instagramê nîşan dide ku Amedspor ne tenê li qadên kesk xurt e.
Tîma Amedê di qada dîjîtal û medyaya civakî de jî bûye yek ji tîmên herî navdar ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Tîma kesk û sor di sezona xwe ya yekem a Lîga Super de di vê qadê de jî piştgiriyeke mezin bi dest xistiye.




