Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya sêyemîn a Lîga Neteweyan a UEFAyê bi lîstina 8 maçan dest pê kir.
Di hefteya sêyemîn a turnuwayê de di Lîgên A, B û Dyê de maçên balkêş hatin lîstin.
Di maça Koma 4an a Lîga Ayê de Portugalê li derveyî qada xwe 4-2 zora Danîmarkayê bir.
Di heman lîgê de û di Koma 2yan de jî Holenda li qada Yunanistanê pê re 2-2 wekî hev ma.
Encamên maçên hefteya sêyemîn wiha ne:
Lîga Ayê
Koma 2yan:
Almanya - Sirbistan: 2-0
Yunanistan - Holenda: 2-2
Koma 4an:
Wêls - Norwec: 2-1
Danîmarka - Portugal: 2-4
Lîga Byê
Koma 3yan:
Komara Îrlandayê - Awistirya: 2-2
Îsraîl - Kosova: 0-0
Lîga Dyê
Koma 1ê:
Malta – Cebelîtariq (Gibraltar): 1-1
Koma 2yan:
Azerbeycan - Liechtenstein: 0-0




