Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku ew dê 8ê Çiriya Pêşîn li Stenbolê "Şeva Piştgiriyê" li dar bixe da ku hêza xwe ya darayî û sazûmanî ya tîmê xurt bike û paşeroja xwe li ser bingeheke qewîntir ava bike.
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku "Amedspor bi salan hewldan û têkoşîneke mezin kiriye, bûye nirxeke hevpar a ku di dilê bi milyonan de cih girtiye."
Hat destnîşankirin ku hevdîtina li Stenbolê ne tenê bûyereke ji rêzê ye, dê bibe bangeke ji bo xwedîlêderketina li paşeroja tîmê û di daxuyaniyê de wiha hat lêzedekirin:
"Amedspor bi piştgiriya civaka xwe ya mezin ku bi bîr û baweriya xwe di demên herî dijwar de li kêleka wê sekiniye, gihîşt rewşa xwe ya niha.
Ji bo ku serkeftinên werzişî yên tîma me ya ku di Lîga Super de têdikoşe mayînde bibin, berpirsyariya me ya hevpar avakirina pergaleke bihêz, sazûmanî û domdar e.
Em dixwazin paşeroja Amedsporê ne tenê bi serkeftinên îro lê di heman demê de bi pergaleke bihêz jî ava bikin da ku karibin ji sibêrojê re bihêlin.
Ji ber vê yekê, em vê hevdîtina ku dê li Stenbolê pêk bînin, wekî gaveke girîng dibînin da ku mil bi mil bisekinin û paşeroja xwe ya hevpar xurt bikin."
Komîteya organîzasyonê hat diyarkirin
Ji bo meşandina xebatên amadehî û organîzasyona şeva piştgiriyê ya ku dê bi rêbaza vexwendnameyê pêk were, ev navên li jêr hatin erkdarkirin:
• Azîz Elaldi (Endamê Komîteya Şêwirmendiyê û Serokê DÎMDERê)
• Sezaî Ayas (Serokê Herêma Pîşeyî ya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê)
• Şeref Gokçe (Serokê GUNTÎADê)
• Suleyman Yildirhan (Endamê Komîteya Şêwirmendiyê)
• Melîh Nazlican (Endamê Komîteya Birêvebiriyê)
• Talîp Sumbul
Banga ji bo karsaz û alîgiran
Di dawiya daxuyaniyê de, bangî hemû sazî û rêxistinên sivîl, karsaz û alîgirên ku dilê wan bi Amedsporê re lê dide hat kirin ku bibin şirîkên vê piştgiriya mezin û wiha hat gotin:
"Em bawer dikin ku her keda ku em dê îro ji bo Amedsporê bidin, dê bibe yek ji hîmên Amedspora siberojê ya bihêztir.
Em bi hev re mezin bûn, em bi hev re bi ser ketin. Niha em dê paşeroja xwe bi hev re bihêztir ava bikin."




