Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di lîstika hefteya 8an a Lîga Super de îro bi Konyasporê re dilîze.
Her du tîm dê îro (17ê Çiriya Pêşîn) li Stadyuma Diyarbekirê derkevin pêşberî hev.
Maç dê demjimêr 16:00an dest pê bike û Amedspor dê li pêşberî alîgirên xwe ji bo sê puanan têbikoşe.
Her wiha ev pêşbirk dê li ser kanala beIN Sports 2yê zindî were weşandin.
Besnik Hasi vedigere
Rahênerê Amedsporê Besnik Hasiyê ku ji ber cezayê xwe yê maçekê nikarîbû li ser kursiyê xwe rûnê, di vê maçê de li ser serê tîma xwe ye.
Rewşa her du tîman
Amedspor di 7 hefteyên borî yên lîgê de 4 caran bi ser ketiye, 2 caran wekî hev maye û carekê jî zora wê çûye û aniha bi 14 puanan di rêza 3yemîn a lîgê de ye.
Tîma Bakurê Kurdistanê di van maçan de 17 gol avêtine û 9 gol jî xwarine.
Konyaspor jî di 7 maçan de tenê carekê bi ser ketiye, 2 caran wekî hev maye û 4 caran jî zora wê çûye.
Tîma Konyayê bi 5 puanan di rêza 16emîn a lîgê de cih digire, 4 gol kirine û 8 gol jî xwarine.
Amedspor dixwaze bi serkeftina li mala xwe cihê xwe yê di rêzên jor ên lîgê de biparêze lê Konyaspor jî hewl dide ku ji vê deplasmanê destevala venegere.
Li mala xwe pişta wê nayê xwarê
Ev 26 maç in ku li mala xwe pişta Amedsporê nayê xwarê.
Herî dawî 16ê Adara 2025an Erzurumsporê li Amedê 2-1 zora Amedsporê biribû û ji hingê ve pişta wê nehatiye xwarê.
Amedpor di wan 26 lîstikan de 20 caran bi ser ketiye û 6 caran wekî hev maye.
Amedsporê îsal li mala xwe zorê tîmên wekî Beşîktaş, Trabzonspor û Başakşehîrê jî biriye.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
