Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 8an a Lîga Super de li mala xwe mazûvaniya Konyasporê kir.
Amedsporê bi gola Mbaye Diagne lîstik 1-0 qezenc kir û derket rêza duyemîn.
Di Lîga Super a Tirkiyeyê de heyecana maçên hefteya 8an didome.
Amedspor û Konyaspor îro li Amedê hatin pêşberî hev.
Maçê bi fîkêna hakem Ozan Ergun dest pê kir.
Di nîvê yekem de her du tîman jî hewl da lê ti pozîsyonên cidî yên ku bibe gol çênebûn.
Amedspor gelekî bi ser Konyasporê de de çû lê encam neguherî.
45 xulekên destpêkê bi encama 0-0 bi dawî bûn.
Diagne ket qadê û encam guherî
Amedsporê di nîvê duyem de jî zexta xwe domand.
Di xuleka 71ê de Gift Orban ji lîstikê derket û êrişberê navdar Mbaye Diagne ket qadê.
Ev guherîn ji bo Amedsporê bû mifteya serkeftinê.
Dia Saba di xuleka 86an de bi paseke gelekî xweşik gog şand nav qada cezayê.
Mbaye Diagne li wir bi serî li gogê xist û Amedspor 1-0 xist pêş.
Maç bi vê encama 1-0 bi dawî bû.
Amedsporê bi vê serkeftinê re, li ser hev 5 maçên xwe yên li mala xwe qezenc kirin.
Amedspor derket rêza duyemîn
Amedsporê piştî vê serkeftina girîng puanên xwe kirin 17 û di lîgê de derket rêza duyemîn.
Galatasaray bi 19 puanan di rêza yekem de cih digire.
Beşîktaş jî bi 15 puanan di rêza sêyem de ye lê lîstikeke wê kêm e.
Beşîktaş dê roja duşemê bibe mêvana Trabzonsporê.
Li bajarê Konyayê şekirê ku bi navê “şekirê Mewlana” tê naskirin navdar e û wekî semboleke bajêr derdikeve pêş.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
