Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren ragihand ku piştî parvekirina ku bûbû sedema nîqaşan, birêvebiriya tîma Galatasarayê rasterast pêwendî bi wan re daniye û wan daxuyaniya Galatasarayê esas girtiye.
Serokê Amedsporê Nahît Eren derbarê hevdîtina xwe ya bi birêvebiriya Galatasarayê re daxuyaniyek da.
Eren da zanîn ku di hevdîtinê de birêvebiriya Galatasarayê diyar kiriye ku ew parvekirina bûye sedema nîqaşan ti mebest yan wateyeke wê ya taybet tune û niyeteke bi vî rengî ya tîmê jî nîne.
"Wan aciziya xwe anî zimên"
Nahît Eren destnîşan kir ku birêvebirên Galatasarayê ji ber ku parvekirin bi vî awayî hatiye fehmkirin aciziya xwe anîye zimên û wan diyar kiriye ku divê guman ji niyeta wan neyê kirin.
Eren diyar kir ku ew pêwendiya rasterast a birêvebiriya Galatasarayê ya ji bo zelalkirina mijarê bi qîmet dibînin û got:
"Min ji wan re got ku pêwendiya rasterast a Galatasarayê ya bi me re û daxuyaniyên wan ên li ser armanc û niyeta parvekirinê hêja ne û em daxuyaniyên wan ên di vî warî de esas digirin."
Daxuyaniya Nahît Eren
Serokê Amedsporê Nahît Eren di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
"Em bi birêvebiriya Galatasarayê re axivîn. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku parvekirina navborî ti wate yan mebesteke taybet a ku di raya giştî de tê nîqaşkirin nagire û niyeteke wisa ya Galatasarayê qet nîne.
Wan aciziya xwe ya ji ber têgihiştina bi vî rengî anî zimên û bi taybetî diyar kir ku bila guman ji niyeta wan neyê kirin.
Min jî ji wan re ragihand ku hewldana wan a ji bo zelalkirina niyeta xwe hêja û bi qîmet e. Em daxuyaniya Galatasarayê ya derbarê armanc û niyeta parvekirinê bi qîmet dibînin û em daxuyaniyên wan esas digirin."




.jpg&w=3840&q=75)