کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoyên tîmên Hewlêr û Dihokê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Logoyên tîmên Hewlêr û Dihokê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Werziş

Çav li ser Klasîkoya Kurdistanê ne: Dihok mazûvaniya Hewlêrê dike

Saman Wilatjêrî

Saman Wilatjêrî

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Saman Wilatjêrî
Saman Wilatjêrî20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Klasîkoya Kurdistanê îro ye û çav li ser Stadyuma Dihokê ne ji bo ku careke din maçeke balkêş di navbera her du tîmên futbolê yên Dihok û Hewlêrê de were lîstin.

Di çarçoveya hefteya 14an a Lîga Stêrkên Îraqê de û di maça Klasîkoya Kurdistanê de, demjimêr 19:15an tîma Dihokê li stadyuma xwe û li pêşberî alîgirên xwe li hemberî tîma Hewlêrê dilîze.

Her du tîman di çend rojên borî de amadehiyeke baş ji bo vê maçê kir û dixwazin bi serkeftina di Klasîkoyê de dilê alîgirên xwe xweş bikin, bi taybetî tîma Dihokê ku li stadyuma xwe û li pêşberî alîgirên xwe dilîze.

Rahênerê tîma Dihokê Silêman Remezan beriya Klasîkoyê di konferanseke rojnamegeriyê de got:

"Me dixwest ku em herî zêde sûdê ji dema rawestanê wergirin lê çûyîna 9 lîstikvanên me zerer da me.

Ez hêvîdar im em asteke bilind pêşkêş bikin ku hêjayî nav û dengê Dihokê be û em dilê alîgirên xwe xweş bikin.

Em ji alîgiran dixwazin piştgiriya tîmê bikin ji ber ku ew lîstikvanê 12emîn ê tîmê ne.

Tevlîbûna lîstikvanên navneteweyî ya kêmtirî 24 demjimêran a beriya maçê astengiyeke din e."

Dihokê vê demsalê piştî 13 hefteyan, 4 serkeftin, 6 wekhevî û 3 têkçûn bi dest xistine û niha bi 18 pûanan di rêza 11an de ye.

Yûnis Hemûd stêrka yekem a tîmê ye û 7 gol kirine û wî pêşengiya golkerên lîga Îraqê bi dest xistiye û 2 asîst jî ji bo hevalên xwe kirine.

Tîma Hewlêrê roja pêncşemê ji bo maçê çû Dihokê, amadehiyên xwe yên dawî li wir kirin û tîm amade ye.

Ew maçeke derbiyê ye

Rahênerê tîma Hewlêrê Luey Selah li ser maçê anî ziman:

"Maç ji aliyekî ve derbî ye û ji aliyekî din ve jî hevrikiya ji bo bidestxistina 3 pûanan e.

Me ji bo çareserkirina şaşiyên xwe xebat kir û em ji bo vê maçê baş amade ne.

Baweriya min a temam bi lîstikvanan heye ku asteke bilind pêşkêş bikin.

Ji bo wan lîstikvanên ku cara yekem beşdarî derbiyê dibin, gelekî girîng e ku bi baldariyeke bilind ji bo serkeftina di maçê de hevrikiyê bikin."

Êrişberê tîma Hewlêrê Miewlen Natan vê demsala lîgê kesê ku herî zêde di tîmê de gol kiriye û 4 gol tomar kirine.

Tîma Hewlêrê di 13 maçên vê demsalê de 5 serkeftin, 5 wekhevî û 3 têkçûn hene û niha bi 20 pûanan di rêza 7an a lîgê de ye.

Hewlêr di 5 maçên borî yên Lîga Stêrkên Îraqê de bi ser neketiye û vê yekê alîgirên tîmê dilgiran kirine.

Ji ber vê yekê tîm dixwaze bi serkeftina di Klasîkoyê de vegere ser rêya serkeftinê û careke din dilê alîgirên xwe xweş bike.

Alîgir ber bi Dihokê ve bi rê ketin

Gelek alîgirên tîma Hewlêrê ji serê sibehê ve ber bi Dihokê ve bi rê ketin da ku di Klasîkoyê de piştgiriya tîma xwe bikin.

Deriyê hejmar 3yê yê Stadyuma Dihokê dê ji bo alîgirên tîma Hewlêrê be.

Li gorî agahiyên Rûdaw Sportsê, eger ew der têra alîgirên tîmê neke, deriyê hejmar 2yan ê stadyumê jî dê ji bo alîgirên wê tîmê were veqetandin.

Bilêtên maça Klasîkoyê 3 roj beriya maçê ketin bazarê.

Bihayê bilêta asayî ya maçê 3 hezar dînar e, bihayê deriyên hejmar 1 û 10an ên stadyumê 10 hezar dînar e û bîlêta VIPyê jî 50 hezar dînar e.

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Pirsên