Boksorê Kurd Agît Kabayel li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê li pêşberî zêdetirî 50 hezar alîgiran li hemberî rikeberê xwe yê Alban Nelson Hysa serkeftineke bilez bi dest xist.
Agît Kabayel bi vê serkeftinê cara yekem kembera şampiyoniya cîhanî ya WBCyê ya sikleta giran parast.
Bi Alaya Kurdistanê serkeftina xwe pîroz kir
Agît Kabayel piştî serkeftina xwe bi Alaya Kurdistanê şahî gerand û serkeftina xwe pîroz kir.
Bi hezaran Kurd jî ji bo piştgiriya wî di nav stadyumê de li gel wî bûn.
Bi nakawta teknîkî bi ser ket
Agît Kabayel di raunda duyem a lîstikê de karî bi nakawta teknîkî (TKO) bi ser bikeve.
Piştî ku di xuleka 2:42yan a raunda duyem de lîstikvanê wan ji enîşka xwe birîndar bû, tîma rahêneran a Nelson Hysa xawliya xweradestkirinê avêt nav rîngê.
“Min dîrok tomar kir”
Agît Kabayel piştî lîstikê ji Rûdawê re got, "Min ji bo Kurdistan û Almanyayê dîrok tomar kir."
Gotina wî ya sereke ya piştî serkeftinê jî ev bû: "Her bijî Kurd û Kurdistan."
FOTO: AFP

