Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li deplasmanê rikebera xwe ya herî bihêz Kastamonuspor 1-0 têk bir.
Piştî vê encamê kelemekî din jî ji pêşiya xwe rakir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.
Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Kastamonuyê bi tîma wî bajarî re lîst.
Lîstikvanê Amedsporê Eyup Oskan xuleka 2yemîn golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-0 bi dawî bû.
Nîva duyem bê gol bi dawî bû û maç 1-0 bi serkeftina Amedsporê qediya.
Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 77an û lîdertiya xwe berdewam kir.
Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 71 puanan e.
Ji bo lîg bi dawî bibe sê maçên Amedsporê mane.
Amedspor hefteya bê dê bi Igdirê re bilîze.
Hefteya piştê wê jî Amedspor dê li deplasmanê bi Somasporê re bilîze.
Heftaya dawiyê jî Amedê dê mazuvaniya Menemen Belediyesporê bike.



