کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Dêrsimê serkeftina Amedsporê hat pîrozkirin / Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw

Li Dêrsimê serkeftina Amedsporê hat pîrozkirin / Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw

Werziş

Li Dêrsimê serkeftina Amedsporê hat pîrozkirin

Ali Haydar Gozlu

Ali Haydar Gozlu

02-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ali Haydar Gozlu
Ali Haydar Gozlu02-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê
Werziş17-11-2026

Kurdekî ji Kerkûkê li Swêdê bû Alîkarê Serokê Yekîtiya Taekwondoyê

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû
Werziş16-11-2026

Zarokekî Kurd ê 5 salî derbasî akademiya Liverpoolê bû

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin
Werziş11-11-2026

Piştî maça bi Galatasarayê re ji Amedsporê re ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor derket Lîga Super a Tirkiyeyê. Piştî vê serkeftina dîrokî, li gelek bajaran û bi taybetî jî li Dêrsimê pîrozbahî hatin lidarxistin.

Di maça dawî ya Lîga 1emîn a TFFyê de Amedspor li deplasmanê bi Igdirsporê re 3-3 wekî hev ma.

Bi vê encamê re Amedspor bû tîma duyemîn a ku derket Lîga Super.

Piştî fîtika dawî li gelek bajaran û di serî de jî li Amedê pîrozbahî dest pê kir.

Li Dêrsimê jî xelk bi konvoyên dirêj ên otomobîlan li Qada Seyîd Riza li hev kom bûn.

Welatiyan bi def û zirneyê govend gerand û serkeftina Amedsporê pîroz kir.

Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyan bûn diyar kir ku Dêrsim û Amed bajarên bira ne û ev serkeftin bûye şahiyeke hevpar.

Cara yekem e ku derdikeve Lîga Super

Amedspor piştî ku bi Igdir FKyê re 3-3 wekî hev ma, di dîroka xwe de cara yekem derket Lîga Super.

Di sezona 2025-2026an de piştî Erzuromsporê Amedspor bû tîma duyemîn ku bilêta Lîga Super wergirt.

Tîma Amedê sezona 2023-2024an di Lîga 2yemîn a Koma Sor de bûbû şampiyon û derketibû Lîga Yekemîn.

Amedsporê par sezon di rêza 9an de temam kiribû.

Berî maça dawî rahêner guherîbû

Berî maça dawî, Amedsporê rahênerê xwe guherandibû.

Birêveberiya tîmê Mesut Bakkal şand û Sertaç Kuçukbayrak anî cihê wî.

Amedsporê di nava sezonê de rêya xwe û rahênerên xwe Mehmet Altiparmak û Sînan Kaloglu jî ji ji hev veqetandibû.

Pirsên