Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pîrozbahî li boksorê Kurd Badîn Heso kir û got, "Cihê serbilindiyê ye ku ciwanên Kurd navê Kurd û Kurdistanê bi cîhanê didin nasîn."
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye belavkirin, pîrozbahî li wî werzişkarê Kurd kir.
Stêrkê Kurd ê Kîkboksê Badîn Hesoyê Zozanî li Almanyayê di pêşbirka kîkboksê ya (INTERNATIONAL WBC) de bi ser ket û kembera WBCyê (WBC belt) stand.
Peyama Serok Barzanî
Serok Barzanî di peyama xwe de got:
"Ez pîrozbahiyê li lehengê Kurd Badîn Heso dikim ku li Almanyayê di şampiyoniya INTERNATIONAL WBCyê de serkeftin tomar kir û sêyemîn kembera xwe bi dest xist."
Serok Barzanî destnîşan kir ku ew destxweşiyê li Badîn Heso dike û hêviya serkeftinên zêdetir ji wî re dixwaze û li pey çû:
"Cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ku ciwanên Kurd li qadên navneteweyî yên werzişê serkeftinên mezin bi dest dixin û navê Kurd û Kurdistanê bi cîhanê didin nasîn."
Serkeftina Badîn Heso
Stêrkê Kurd ê Kîkboksê Badîn Heso Zozanî serkeftineke mezin bi dest xist û kembera WBCyê bir malê.
Li bajarê Oberhausenê ya Almanyayê, Badîn Heso derket pêşberî Victor Vicente Coreayê Meksîkayî.
Wî careke din şiyan û asta xwe ya bilind nîşan da û bû şampiyon.
Badîn Heso bi hêzeke mezin rûbirûyî hevrikê xwe bû.
Derbên boksorê Kurdistanî ew qas bi hêz bûn ku lîstikvanê Meksîkayî nekarî 3 xulekan jî li ber xwe bide û Badîn pêşbirk di berjewendiya xwe de bi dawî kir.
Dengê def û zirneyê olan da
Bi qezenckirina pêşbirkê û bidestxistina kemberê re, dengê def û zirneyê li salonê olan da.
Hemû beşdaran navê lîstikvanê Kurd qîriya.
Hakem destê Badîn Heso bilind kir û boksorê ji Şêxana Başûrê Kurdistanê bû şampiyon.
Wî destkefteke din a girîng li karwanê xwe yê werzişê zêde kir.
Badîn Heso heta niha 23 pêşbirkên boksê lîstine.
Wî hemû pêşbirkên xwe qezenc kirine û heta niha di ti pêşbirkan de dernedaye.
Kember diyarî Serok Barzanî û Pêşmergeyan kir
Badîn Heso piştî pêşbirkê û bidestxistina kemberê ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftinê nîşan da û anî ziman:
"Ev kember diyarî Serok Barzanî, hemû Pêşmergeyan û malbatên şehîdan be.
Ez spasiya hemû kesên ku di pêşbirkê de piştgirî da min dikim."

.jpg&w=3840&q=75)