Amed (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren got, “Armanca me ya yekem mayîna di Lîga Super de ye û ya duyem jî Lîga Ewropayê ye.”
Civîna Giştî ya Asayî ya Amedsporê hat lidarxistin.
Civîna giştî bi yek lîsteyê pêk hat û di encama dengdanê de birêvebiriya nû ya Amedsporê hat hilbijartin.
Nahît Eren di encama hilbijartinê de careke din bû serokê tîma kesk û sor.
Serokê tîmê Nahît Eren di axaftina xwe ya spasiyê de armanca demdirêj a tîmê eşkere kir û got ku armanca wan Ewropa ye.
"Em dê biçin Ewropayê"
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser armancên tîmê wiha axivî:
“Em dê îsal ji bo wê xebatên xwe bidomînin. Me her tim got, em dê nasnameya vî gelî bibin her derê.
Îsal armanca me ya yekem ew e ku em herin Ewropayê. Em ji bo wê amade ne. Armanca me ew e û em dê bigihîjin armanca xwe.”
Pêdivî bi 50 milyon dolarî heye
Ji bo ku ev armanca tîmê pêk were, pêdivî bi dehan milyon dolaran pere heye.
Karsazên Amedê dibêjin ew bi plansaziyeke baş dikarin bigihêjin vê armancê.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya li ser mijarê daxuyanî da û got:
“Divê em budceyeke 50 milyon dolarî bi dest bixin da ku em pêşî di Lîga Super de mayînde bibin.
Dema em li wir bimînin ev mana me ya wê derê dê serkeftinê bîne.
Eger em karibin bi vê budceyê transferên baş û rast pêk bînin, li pêşiya çûna me ya Ewropayê ti asteng namînin.”
Xelatkirina serokên berê
Li gorî endamên Amedsporê, çi dibe bila bibe divê Amedspor ji nasnameya xwe dûr nekeve.
Endamên tîmê dixwazin ku Amedspor bi plansaziyeke baş ber bi serkeftinê ve bimeşe.
Serokên berê yên Amedsporê di dawiya Civîna Giştî ya Asayî de yek bi yek hatin xelatkirin.
