Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nirxandineke zanistî ya nû, mêjiyê mirov wisa bi pêş neketiye ku karibe xwe li ber barê giran û leza jiyana îro bigire.
Bînin bîra xwe ka herî dawî we kengî rojeke vala û bê kar derbas kiriye û we bêhna xwe vedaye.
Dibe ku piraniya me rojeke wisa bi zehmetî bîne bîra xwe.
Ji ber ku jiyana îro tim di nav bez, tevlihevî û qerebalixiyê de derbas dibe.
Civaknasên li Sîngapûrê lêkolîneke nû kir û ev lêkolîn di kovara Behavioral Sciencesê de hat weşandin.
Li gorî lêkolînê, jiyana mirov ew qasî bi lez diguhere ku laş û mêjiyê me nikare xwe bigihîne vê lezê.
Mêjiyê me çawa bi pêş ket?
Li gorî lêkoleran, mêjiyê mirov bi sed hezaran salan wisa bi pêş ket ku di nav civakên biçûk û nas de bijî.
Her wiha mêjiyê me tenê fêrî metirsiyên nêzîk û şênber bûye.
Lê cîhana ku em îro tê de dijîn gelekî cuda ye.

Civakên mezin, jiyaneke ku tim bi înternetê ve girêdayî ye û zexta giran a her roj, di nav mirovan de hesteke berdewam a hevrikî û têkoşînê çêdike.
Li gorî lêkoleran, ev "nehevahengiya" di navbera şert û mercên ku mêjiyê me tê de bi pêş ketiye û jiyana îro de, dibe sedema gelek nexweşiyan.
Ev yek ji qelewbûnê heta dilgiraniyê rê li ber gelek pirsgirêkên tenduristiya fîzîkî û derûnî vedike.
Ne tenê hûn vê pirsgirêkê dijîn
Derûnnas Sara Chanê got, "Pirsgirêkên wekî stres, tenêtî û dilgiranî zêdetir wekî pirsgirêkên şexsî tên dîtin.
Lê sedema bingehîn ew e ku hawirdora em tê de dijîn bi mêjî û laşê me re ne li hev e."
Li gorî lêkolînê wekî mînak, beriya serdema înternetê mirovan dikarîbû di nav civakên xwe yên biçûk de cihê xwe yê di civakê de hêsantir fêhm bikin.
Lê îro em her roj li ser ekranên telefonên xwe, xwe didin beramberî bi sedan heval, xizm, kesên navdar û heta bi kesên ku em qet nas nakin jî.
Ev yek jî wê hesta ku em tim di nav hevrikiyê de ne û em li paş xelkê mane, xurttir dike.
Lêkoler destnîşan dikin ku mirov wisa bi pêş neketiye ku karibe barê ew qasî têkiliyên civakî û hevrikiyê hilgire.
Krîzên li ser hev
Bi ser de jî mirovê îro di heman demê de rûbirûyî gelek krîzên cuda dibe.
Guherîna avhewayê, şewbên cîhanî (wekî COVID-19ê) krîzên aborî û bipêşketina bi lez a hişê çêkirî hinek ji van krîzan in.
Lêkoler diyar dikin ku bihabûna jiyanê û nezelaliya aboriyê hesta bêbaweriyê ya di nav mirovan de zêde dike.
Ev rewş wisa dike ku mirov heta radeya têkçûnê zêdetir bixebitin.
Di heman demê de dibe sedem ku ew kêmtir piştgiriyê bidin hev û hevkariya civakî lawaz bibe.
Li gorî lêkoleran, çareserî ne ew e ku em bi temamî dev ji teknolojiyê berdin, belkî ew e ku em hawirdora xwe biguherin.
Divê bajar wisa werin dîzaynkirin ku kêmtir qerebalix bin û zêdetir qadên kesk û xwezayê li xwe bigirin.
Her wiha divê platformên dîjîtal û medyaya civakî wisa werin bipêşxistin ku li şûna zêdekirinê, hesta hevrikî û beramberkirina di nav mirovan de kêm bikin.
Ji nivîskarên lêkolînê Yong dîtina xwe anî zimên û got, "Divê çareseriyên me li gorî xwezaya mirov bin, ne li dijî wê bin."



.jpg&w=3840&q=75)