Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdaneke 2 rojî û hevdîtin û civînên ligel rayedarên Tirkiyê û çend aliyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê gihîşt Hewlêrê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawî bi serdana 2 rojî ya xwe ya bo Tirkiyê anî û kêlîkek berî niha bi rêya baalfirxaneya navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Barzanî duh 9ê Befranbarê di çarçoveya geşteke fermî de serdana Tirkiyê kir.
Li Enqerê Barzanî duh şev bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu re civiya.
Herwiha îro Barzanî ligel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Ismet Yilmaz, şanda HDPê û şandeke partiyên din ên kurdî yên Bakurê Kurdistanê civiya.



.jpg&w=3840&q=75)