Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Saziyên Tenduristiyê yê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê Dr. Wasil El-Cirk, ragihand ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 38 nexweşxaneyên dewletê ji kar ketine
Birêvebirê Saziyên Tenduristiyê yê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê Dr. Wasil El-Cirk ji Rûdawê rewşa nexweşxaneyên sektora giştî ya wî welatî eşkere kir.
Dr. Wasil El-Cirk bal kişand ser asta ziyana ku gihîştiye binesaziya tenduristiyê û newekheviya dabeşbûna xizmetguzariyan a li ser parêzgehan.
Wî her wiha hûrgiliyên Plana Niştimanî ya Stratejîk a salên 2026-2028an ên ji bo nûjenkirin û fînansekirina pergala tenduristiyê anîn zimên.
Nexşeya nexweşxaneyan li ser parêzgehan
Li gorî daxuyaniya Dr. Wasil El-Cirk a ji bo Rûdawê, hejmara giştî ya nexweşxaneyên dewletê li seranserê Sûriyeyê 153 nexweşxane ne.
Ev nexweşxane bi vî awayî li ser parêzgehan dabeş bûne:
Îdlib: 41 nexweşxane
Heleb: 24 nexweşxane
Hims: 13 nexweşxane
Gundewarê Şamê: 13 nexweşxane
Dêrezor: 12 nexweşxane
Şam: 9 nexweşxane
Dera: 7 nexweşxane
Reqa: 7 nexweşxane
Laziqiye: 6 nexweşxane
Tertûs: 6 nexweşxane
Hema: 5 nexweşxane
Hisîça: 5 nexweşxane
Siwêda: 4 nexweşxane
Quneytra: Nexweşxaneyek
38 nexweşxane ji xizmetê derketine
Dr. El-Cirk ji Rûdawê re da zanîn ku ji ber ziyanên giran, 38 nexweşxane û saziyên tenduristiyê yên giştî bi temamî an jî bi beşekî ji xizmetê derketine.
Ev hejmar dike nêzîkî ji sedî 24,8ê tevahiya nexweşxaneyên sektora giştî yên li Sûriyeyê.
Saziyên ku ziyan dîtine li gorî parêzgehan bi vî rengî ne:
Gundewarê Şamê: 11 nexweşxane û sazî zerer dîtine (wekî Dûmaya Niştimanî, Daraya û Melîhe).
Hims: 9 sazî û nexweşxane rûbirûyî wêraniyê bûne (wekî Nexweşxaneya Quseyr, Suxne, Tedmur û Cerahiya Dil a Restenê).
Dêrezor: 5 nexweşxaneyan zerer dîtine û pêdiviya wan a lezgîn bi nûjenkirinê heye (wekî Nexweşxaneya Ferat û ya Bûkemalê).
Heleb: 4 saziyên sereke ji kar ketine an wêran bûne (wekî Nexweşxaneya Niştimanî ya Helebê û ya Babê).
Reqa: 3 saziyan ziyan dîtiye (wekî Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê).
Hema: 3 saziyan ziyan dîtiye (wekî Nexweşxaneya Sûranê).
Îdlib: 2 nexweşxaneyên sereke ji xizmetê derketine (Cisr El-Şuxûr û Mearet El-Numan).
Hisîça: Nexweşxaneya Zarokan (beşa neştergeriyê wêran bûye).
Li aliyê din, El-Cirk eşkere kir ku parêzgehên Şam, Siwêda, Dera, Laziqiye, Tertûs û Quneytrayê di rewşeke aram de ne û li wan deran ti nexweşxaneyeke ku ji xizmetê derketibe nîne.
Parêzgehên ku herî zêde pêdiviya wan bi alîkariyê heye
Birêvebirê Saziyên Tenduristiyê diyar kir ku li gorî hejmara rûniştvanan li hember hejmara nivînan, zexteke mezin li ser şiyana nexweşxaneyên mayî heye.
El-Cirk ji Rûdawê re destnîşan kir ku parêzgehên Hisîça, Dêrezor û Reqayê ji ber valahiya erdnîgarî di serê lîsteya wan herêman de ne ku herî zêde pêdiviya wan bi xizmetguzariyên tenduristiyê heye.
Her wiha li gorî rêjeya nivînên amade û asta xizmetguzariyê, parêzgehên Dera, Hisîça û Îdlibê di sektora dewletê de herêmên herî lawaz in.
Plana stratejîk a ji bo salên 2026-2028an
Dr. El-Cirk hûrgiliyên çarçoveya stratejîk a Wezareta Tenduristiyê ya ji bo salên 2026-2028an eşkere kirin.
Armanca planê ew e ku bi rêya 8 armancên stratejîk, ji qonaxa bersivdayîna lezgîn derbasî qonaxa vejînê bibin.
Ev plan li ser van xalên sereke ava dibe:
Nûjenkirina binesaziyê: Nûjenkirin û dabînkirina pêdiviyên nexweşxaneyan û berfirehkirina torên sewqkirina nexweşan.
Pêşxistina kadroyên mirovî: Çareserkirina kêmasiya mezin a bijîşkên pispor û beşa perestariyê, her wiha danîna mekanîzmayên teşwîqê.
Jinûveavakirina xizmetên bingehîn: Pêkanîna pakêta xizmetên tenduristiyê û çalakkirina beşên lezgîn, çavdêriya hûr, penceşêr û pişknînê.
Ewlehiya tenduristiyê: Bilindkirina şiyana bersivdayîna bilez a ji bo krîz û rewşên lezgîn ên tenduristiyê.
Dema bicihanînê û çavkaniyên darayî
Derbarê dema bicihanîna planê de, El-Cirk ji Rûdawê re ragihand ku ev plan dê li ser çarîkên salê (sê mehan carekê) di navbera salên 2026 û 2028an de bê cîbicîkirin.
Asta pêşveçûnê jî dê bi rêya formên taybet bê şopandin da ku sazî qonax bi qonax vegerin ser karê xwe.
Derbarê fînansekirinê de jî Dr. El-Cirk da zanîn ku wezaret pişta xwe dispêre sê çavkaniyên sereke:
Budceya dewletê: Ji bo lêçûnên rojane, meaşên karmendan û projeyên mezin.
Fînansekirina derve: Xurtkirina hevahengiya bi rêxistinên navneteweyî û ajansên Neteweyên Yekbûyî re ji bo dabînkirina derman û pêdiviyên bihagiran.
Çaksazî di fînansekirina tenduristiyê de: Çalakkirina Hesabên Tenduristiyê yên Neteweyî da ku giraniya lêçûnan ji ser milê malbatan bê kêmkirin.
Dr. El-Cirk li ser pirsa derbarê tevlîkirina Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a di nava Wezareta Tenduristiyê de, da zanîn ku ev prose hêj didome û di qonaxa cîbicîkirinê de ye.
Wî her wiha destnîşan kir ku ji ber beşdariya çendîn alî û wezaretên pêwendîdar ên hikûmetê, ji bo temamkirina vê pêvajoyê pêdivî bi demê heye.



