Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Sûriyeyê li ser rêya navneteweyî ya di navbera Şam û Derayê de, di lihevqelibîna du wesayîtan de zêdetirî 30 kesî birîndar bûn.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, qeza li nêzîkî pira Xebebê ya li ser rêya sereke ya Şam û Derayê rû daye.
Qeza di navbera wesayîteke veguhastina karkeran û mînîbuseke rêwiyan de çêbûye.
Tîmên hawarçûnê bi lez xwe gihand cihê bûyerê û birîndar veguhastin Nexweşxaneya Bajarê Senemeynê ya li Derayê.
Hat zanîn ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.
Li Sûriyeyê qezayên trafîkê rojane ducare dibin û dibin sedema mirin û birîndarbûna mirovan.
Doh tîmên Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Wezareta Hawarçûn û Birêvebiriya Karesatan li seranserê wî welatî 20 qezayên trafîkê tomar kirin.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan da zanîn ku di wan qezayan de 19 sivîl birîndar bûne.
Tîmên hawarçûnê alîkariya yekem gihandiye birîndaran û pişt re ew ji bo dermankirinê veguhastine nexweşxaneyan.
Her wiha tîman bermahiyên qezayan ji ser rêyan rakirine da ku rê li ber qezayên nû were girtin.
Birêvebiriya Parastina Sivîl careke din hişyariyên xwe yên ji bo şofêran nû kirin û got:
“Leza xwe kêm bikin.
Ji rewşa teknîk a wesayîtên xwe, bi taybetî ji frena wesayîtê piştrast bin.
Di dema ajotinê de xwe ji wan tevgerên ku bala mirov belav dikin dûr bixin, xasma ji bikaranîna telefonê.”
Li gorî amarên Wezareta Hawarçûn û Birêvebiriya Karesatan a Sûriyeyê meha borî li seranserî Sûriyeyê 626 qezayên trafîkê çêbûne.
Di wan qezayan de 29 kes mirine û 725 kes jî birîndar bûne.
.jpg&w=3840&q=75)


