Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Reqayê du birayên Kurd ên koçber hatin desteserkirin û ew birin bajarê Girê Spî.
Li gorî agahiyên çalakvanê Kurd Ciwan Elî, hêzên Asayîşa Giştî yên li Reqayê her du birayên koçber ên bi navên Omer Mistefa Elî û Mihemed Mistefa Elî desteser kirine.
Sedema desteserkirinê
Her du bira bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku wan di dema desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li herêmê de beşdarî dewriyeyên hêzên Asayîşê kiriye.
Ciwan Elî ku pismamê her du birayên desteserkirî ye ragihand ku ew roja duşemê li ser giliyê kesekî bi navê Eswed Ehmed El Şiblî hatine desteserkirin û piştre ji Reqayê birine Girê Spî.
“Tohmetên li wan tên kirin bêbingeh in”
Ciwan Elî tekez kir ku her du bira di wê heyamê de beşdarî ti xebat û dewriyeyên Asayîşê nebûne.
Wî destnîşan kir ku ew tohmetên li wan tên kirin bi temamî bêbingeh in.
25 hezar dolar bedêl dixwazin
Ciwan Elî her wiha da zanîn ku dadwerê dosyeyê ji malbata wan re axiviye.
Dadwer ji malbatê re diyar kiriye ku gilîdar bi îdiaya ku Asayîşê dest daniye ser otomobîla wî, wekî bedêla wê 25 hezar dolarî dixwaze.


