Hewlêr (Rûdaw) - Zewicandina zarokekê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karevdanan. Ew zarok niha xanimeke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, çûye giliyê wî kiriye. Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ve ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi murîdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye.
Piştî ku bûyer eşkere bû, Parlamenterê CHPê Engin Altay ragihand ku ev yek nayê qebûlkirin û karesata herî mezin bêdengiya Wezareta Peywendîdar e. Vê bûyerê careke din rewşa cemaet û terîqetên olî li Tirkiyê kir babeta gotûbêjê. Heta niha jî 800 dibistanên olî yên çalak hene ku piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ne û hikûmet piştgiriya wan dike.
Zewicandina zarokeke şeş salî ev çend roj in li Tirkiyê bûye sedema nîqaşan. Ev zarok piştî çendîn salan, di sala 2021ê de ji hevjînê xwe cûda bûye û li Dadgeha Stenbolê bi tohmeta destdirêjiya cinsî dijî wî doz vekiriye. Bûyer Şemiya borî 3ê Kanûnê eşkere bû û gelek karvedan bi xwe re anîn.
Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş got, “Ev bûyereke gelekî cidî ye. Bi ti awayî nayê qebûlkirin. Pêwîst e bi cezayê herî giran bê cezakirin. Derbarê wî kesê ku li dadgehê biryar daye di vê mijarê de pêwîstî bi lêpirsînê nîne jî divê lêpirsîn bê kirin.”
Bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel yek ji damezrînerê Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Sala 2002an dema keça wî 6 salî bûye bi mirûdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye. Daweta keçikê di 14 saliya wê de hatiye kirin, di 17 saliya xwe de bûye dayik û dema bûye 18 salî jî zewaca wê ya fermî hatiye kirin.
Wezareta Malbatê ragihandiye ku ew beşdarî vê dosyeya destdirêjîkirina ser vê zarokê dibin lê opozîsyon wezaretê rexne dikin û vê rewşê wek xemsarî dibînin.
Parlamenterê CHPê Engin Altay anî ziman, “Wezîra Malbatê piştî sê rojan li ser vê mijarê daxuyanî da û ragihand ku beşdarî vê dosyeyê dibin. Ev yek nayê qebûl kirin. Ev tiştê li beramber zaroka şeş salî hatiye kirin jirêderketin e lê bêdengiya wezareta peywendîdar karesata herî mezin e hevalno.”
Vê bûyerê careke din rewşa cemaetên olî li Tirkiyê raxist ber çavan. Li Tirkiyê hinek cemaetên olî ji aliyê dewletê ve tên piştgirîkirin û gelek caran dijî Kurdan piştgiriya wan dike.
Li gor lêkolînekê li Tirkiyê 800 dibistanên olî yên çalak hene ku piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ne. Herwiha li Tirkiyê 10 hezar û 53 dibistanên taybet hene ku ji sê yekê wan ser bi cemaetên olî ne û zêdeyî 200 hezar zarok û ciwan li wan dibistanan dixwînin.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)