Hewlêr (Rûdaw) - Kelecana çaryeka fînalê ya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ku li Qeterê tê lidarxistin sibê dest pê dike.
Kupaya Cîhanî ku ji sala 1986an vir ve tê lidarxistin, ji wê demê vir ve îsal bi 28 golan herî zêde gol hatin avêtin.
Piştî hemû lîstikan tîmên Xirvatistan-Brezîlya, Hollanda-Arjantîn, Mexrib-Portugal û Brîtanya-Fransa dê di fînala çaryekê de bên pêşberî hev.
Lîstika ewil a di navbera Kirwatua û Brezîlyayê de dê sibe roja Înê di saet 18.00î da li Stada Education City dest pê bike.
Brezîlya dixwaze ku cara 6emîn bibe şampiyona Kupaya Cîhanî.
Herdu tîmên Hollanda û Arjantînê dê heman rojê saet 22.00 li Stada Lusaîlê ya ku 88 hezar kes dikarin temaşe bikin bên pêşberî hev.
Bernameya lîstikên roja Yekşemê jî wiha ye:
Di saet 18.00 de Mexrîb-Portugal li Stadyuma Al Thumama
Di saet 22.00an de jî Brîtan-Fransa li Stadyuma Al Bayt dê bên hemberî hev.
Tîmên di fînala çaryekê de ji hevrîkên xwe bibin dê derkevin nîvfînalê.


.jpg&w=3840&q=75)
