Hewlêr (Rûdaw) - Dest bi firotina bilêtên ji bo alîgirên Amedsporê yên maça Kasimpaşayê hat kirin.
Amedspor dê di hefteya çaremîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de li Stenbolê bibe mêvanê Kasimpaşayê, biletên maçê yên ji bo alîgirên tîma kesk û sor (Amedspor) niha tên firotin.
Maç dê 6ê Îlonê, demjimêr 17:00an li Stadyuma Recep Tayyîp Erdogan bê lîstin.
Tê pêşbînîkirin ku gelek alîgirên Amedsporê li Stenbolê amade bibin û di vê maça deplasmanê de piştgiriyê bidin tîma xwe.
Piştgiriya alîgirên tîmê ya li trîbunên mêvanan ji bo Amedsporê hêzeke xurt çêdike.
Amadehî didomin
Amedspor jî piştî serkeftina bi encama 2-1 a li hemberî Trabzonsporê ya di hefteya sêyemîn de amadehiyên xwe yên ji bo maça Kasimpaşayê didomîne.
Lîstikvanên tîma kesk û sor li Tesîsên Şehmus Ozer di bin rahêneriya Besnik Hasi de roja xwe bi 2 rahênanan derbas dikin.
Amedspor dixwaze piştî serkeftina li hemberî Trabzonsporê ji Stenbolê jî bi serkeftinê vegere.



